Ji çapemenî û raya giştî re!
Têkoşîna me ya azadiyê ku di pêşengtiya PKK’ê û Rêber Apo de pêş ketî, îro li tevahî Kurdistanê berxwedanek mezin û şerekî mirovahî raber dike.
Bi vî şerê berxwedanê ve 3’yê Tebaxê li dijî fermana Şengal’ê nirxên neteweyî hatine parastin û hesabên qetlîamên mezin ên çeteyan hatine xirakirin, di wan şertan de ku ti kesî nikarîbû cesaret bike, gerîlayê HPG’ê wek hêza parastina neteweyî ya gelê Kurd vê wezîfeya dîrokî di şert û zirûfên zor û bêîmkan de bi cih anîne, qirkirina ku wê li ser gelê me yê Êzîdî bikirina hatiye sekinandin.
Hevalên Dilgeş û Armanc, Agir, Tirêj, Mazlûm, Çiya, Vinar û Edessa yên ev berxwedana dîrokî û destanî pêk anîn û bi ruhê Apoyî seknek lehengî nîşan dan, dema parastina nirxên gelê me de şehîd bûn. Wek hêza parastina neteweyî ya gelê me, divê baş bê zanîn ku li ser esasî bicihanîna van wezîfeyên dîrokî û pîroz, me çawa li Şengal’ê pêk anî, em ê li her cihî li dijî dijminê xwe bi performansek bilind şerekî bi biryardarî bimeşînin.
Detayên şerê li bakûrê Kûrdistan’ê bi vî rengîye
Me detayên operasyona ku 29’ê Tîrmehê artêşa TC mabeyna gundên Serero û Bêtkarok û gundê Şapatan ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê dabû destpêkirin û bi giştî 22 leşker hatin kuştin û 2 gerîlayên me jî şehîd bîbûn, me bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû. Ev operasyon di 31’ê Tîrmehê û 1’ê Tebaxê jî dewam kiriye, di roja 31’ê Tîrmehê jî hêzên me derbeyên giran li artêşa TC dan. Li ser vî esasî:
Di 31’ê Tîrmehê di danê sibehê de saet 06.30’an dema komek leşkerên ji 8 kesan pêk dihatin ji gundê Bêtkarok diçûn gundê Serero ketin kemîna gerîlayên me û bi çekên ferdî, nîv otomatîk û sûîqestê çalakî hat lidarxistin. Li vir 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Danê sibehê saet 09.00’an dema komek leşker ji qûntarên Serero ber bi gund ketibûn tevgerê hatin hedefkirin û li vir 3 leşker hatin kuştin. Saet 10.30’an jî gerîlayên me li dijî leşkerekî payebilind çalakiya sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de üstegmenek hat kuştin.
Çalakiyên gerîlayên me ya li dijî vê operasyonê pêşdeçûna artêşa TC asteng kiriye û her wiha di rêjeyek bilind de ev operasyon şikandiye. Leşkerên tevlî operasyonê bûne qademeyekê vekişiyane.
Di daxuyaniyên me yên berê de me ragihandibû ku bi giştî 22 leşker hatine kuştin. Di çalakî û şerên dawî de jî 14 leşker hatin kuştin, yek jê payebilind e, bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Di 31’ê Tîrmehê di şer de gerîlayekî me, 2’yê Tebaxê jî gerîlayekî me şehîd bûne. Di demek herî nêz de wê têkîldarî nasnameyên gerîlayên me de agahî werin parvekirin.
Li dijî êrîşên artêşa TC a ku li beramberî gelê mey ê Kurdistanê dimeşîne, di 12’ê Tîrmehê li dijî qereqola Kanîspî ya girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê hevalê me Şervan Êrîş bi însiyatîfa xwe çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de ku bi însiyatîfa xwe li dar xist, hevalê Şervan bi yekîneyên qereqolê re ket şer û bi lehengtiyek mezin şehîd bû. Yekîneyên dijmin ji ber tirs û fikararn hefteyekê derdora qereqolê dan ber obus û hewanan.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Şervan Êrîş
Nav û Paşnav: Umît Caner
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Naîme – Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 12’ê Tîrmeha 2016’an / Wan
Di 3’yê Tebaxê de saet 13.30’an li ser rêya Colemêrg-Çelê, hêzên me li dijî konvoyek ku ji wesayîtên zirxî û leşkerên piyade pêk dihat çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê û derdor da ber obus û hewanan.
Di 3’yê Tebaxê de saet 13.00’an hêzên me li dijî artêşa TC a ku xwe li derdora girê Şehîd Kendal a li qada Qileban a Şirnex’ê bi cih kiribûn bi çekên giran (hewan) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qada Deriyê Dawetiya, qada Girê Nêriya, girên Şehîd Rênas û Şehîd Baran bi obus, hewan û tankan bombe kir.
Di 3’ê Tebaxê de saet 21.00-00.00’an artêşa TC, girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê, Deriyê Şehîd Alîşêr, Deriyê Koçera û derdora gundê Gohanis bi obus, hewan û tankan bombe kir. Ji ber bombekirinê agir bi eraziyê girt.
Ev hefteyek e artêşa TC navenda navçeya Qereyazî ya Erzirom’ê dorpêç kiriye û li gundên girêdayî navçeyê zextê li gel dikin. Her wiha, artêşa TC li bejahiya Qereyazi’yê operasyonê jî dimeşîne.
Di 3’yê Tebaxê de saet 18.00’an hêzên me li dijî Fermandariya Tabûrê ya Geyîksûyû ya girêdayî navçeya Xozat a Dersîm’ê çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin; dûrbînek bi tîpa nîkon jî hat îmhakirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC qadên derdora xwe da ber çekên giran û tankan.
4 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG