HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 5’ê Tebaxê de saet 12.30’an hêzên me li dijî Girê Genîş, Girê Qirika Masîro û Alaya Garê yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê çalakiyên berfireh li dar xistin. Çalakiya li dijî Girê Genîş ji du baskan pêk hat û şer heta danê êvarî dewam kir.

Hêzên me bi awayekî bi bandor li girê Qirika Masîro dan û ketin gir. Li girê ku bi temamî hat kontrolkirin, çekek BKC û 1 çeka HK-33 (Melez) hatin rakirin.

Di heman saetan de gerîlayên me alaya Garê jî bi çekên giran kirin hedef. Piştî çalakiyê balafirên şer qada çalakiyê bombe kirin. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi gelek ambûlansan re rakirin, detayên vê çalakiya ku gelek leşker hatine kûştinb wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Di 5’ê Tebaxê de saet 13.15’an gerîlayên me li dijî tabûra Girê Cotyar a li qada Gabar a girêdayî Botan’ê ji 3 baskan çalakî li dar xistin.

Baskê yekem bi roketan li çeperan da, di encamê de 3 leşker hatin kuştin. Her wiha konteynirek jî hat hedefkirin û agir bi konteynir girt.

Baskê duyem jî bi çekên sûîqestê û nîv otomatîk li çeperan da.

Baskê sêyem jî bi çekên giran li çeperan, konteyniran û tankekê da. Yek ji konteyniran şewitî, tank jî hat derbkirin. Li vir qasî hat zelalkirin leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, ji ber Tabûrên Girê Cotyar û TRT Gabar qadên derdora xwe dan ber bombeyan, agir bi qadên Geliyê Gurdina, Qermê û Dêrşevê girt.  Artêşa TC saet 21.30’an bi helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Harûn Çekdar (Umît Tûran) ê di çalakiya 30’ê Tîrmeha 2015’an de ku li dijî Girê Cotyar û Girê Once Vatan hatibû lidarxistin, şehîd bibû hat lidarxistin.

Di 5’ê Tebaxê de saet 11.30-12.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji herêmên me yên Parastina Medyayê derdora Şehîdgeha Şehîd Akîf, Deşta Kafya û Qada Navîn a li Garê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi erazî girt.

Di 5’ê Tebaxê de saet 15.40’an balafirên şer qada Çiyayê Bosindê yê girêdayî Colemêrg’ê bombe kirin.

6 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG