Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 3'ê Tebaxê, artêşa TC yekîneyên xwe yên nepen li bejahiya navçeya Xîzan a Bedlîs’ê bi cih kir. Hêzê me di 5'ê Tebaxê de li hemeberî leşkerên li girê Milaevdî yê Xîzan’ê bi cih bûbûn çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di encamê de 2 leşker kûştin. Leşkeran dûre bi çekên giran gule li derdora xwe reşandin. Di êvara heman rojê de saet di 19:30 de, dema leşkeran xwe ji herêmê vedikişandin, hêzên me kemîn danîn pêşiya wan û ji nêz ve li leşkeran dan. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Rêberê me hat lidarxistin.
Hêzên me yên YJA Starê, di roja 6'ê Tebaxê de saet di 07:00 de, li hemberî leşkerên li qereqola Tingê ya li navçeya Şax a Wan’ê çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
Ev 2 roj in artêşa TC li ser pirên Hejhejok, Tizîzê û Xunka yên navçeya Şax’ê kemînan datîne.
Di roja 6'ê Tebaxê de saet di 23:00 de, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ku li taxa Bêtu ya mintiqeya Şapatan a Şemzînan’ê di nava tevgerê de, hêzên me bi çekên ferdî çalakiyek pêk anîn. Derb li vê maşîna zirxî hat xistin, lê belê hejmara kûştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Di 5'ê Tebaxê de saet di 13:20 de, hêzên me li leşkerên li Çeperên Şêxa yên li herêma Qilaban a Şirnex’ê xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi obus, hawan û tankan derdor bombe kir. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket.
Ev 2 roj in, derdora gundên Cumatê, Malagir, Şelîma yên navçeya Farqîn a Amed’ê, derdora girê Eylul, derdora gundê Barinê yê Pasûr û derdora gundê Reşanê yê Licê ji aliyê artêşa TC ve bi hawanan tên bombekirin. Şewata ji ber bomberdûmanê li herêmê derket hê dewam dike.
7 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG