HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 28’ê Tebaxê hêzên me li dijî nîzamiyeya Çemê Kurkê ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê çalakî li dar xistin. Li vi 2 çawîşên pispor ên bi giranî birîndarbûyî piştre mirin . Her wiha me dabû xuyakirin ku li vir gerîlayekî me dîl hatibû girtin; navê gerîlayê me yê esîr hatiye girtin Avaşîn Gabar (Saîme Avşîn) e.

Di 30’ê Tebaxê de saet 18.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li girê Xêro yê li qada Şemzînan a Colemêrg’ê bi cih kirine çalakiyên sûîqestê li dar xistin û li vir 3 leşker kuştin.

Di 29’ê Tebaxê de saet 10.00’an hêzên me bi çekên giran li helîkoptera Skorsky dan ku hewl dida li girê Ronahî ya li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê leşker deyne û ew derb kirin. Artêşa Tirk ji destpêka operasyonê heta niha qada Mêrgê û qûntarên girê Ronahî bi obus û hewanan bombe dike, di 29’ê Tebaxê de saet 18.30-19.00’an balafirên şer qûntarên girê Ronahî bombe kirin. Operasyona li qadê hê jî dewam dike.

Di 29’ê Tebaxê de saet 12.30-13.00’an hêzên me bi çekên giran li leşkerên artêşa TC ên ku xwe li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar’ê bi cih kiribûn dan. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 28’ê Tebaxê de saet 20.00’an hêzên me tevî ku bi çendan caran şexsê bi navê Hadî Aslan ê li gundê Akînîs ê li herêma Şerefxan a girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê dimîne û bi AKP’ê re dixebite hişyar kirine jî, ev xebatên xwe domandiye. Li ser vê jî hêzên me careke din dengê xwe li vî şexsî kirine û wesayîta wî îmha kirine.

Di 29’ê Tebaxê de saet 23.50’an hêzên me yên YJA Starê li dijî stasyona bazê ya Turkcellê ya ku li gundê Dêr ê girêdayî Elbak’ê ye çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyon îmha kirin.

Di 29’Ê Tebaxê de hêzên me li qada Deriyê Sêvo ya girêdayî Şirnex’ê mudaxeleyî karkerên ku ji bo artêşa TC rê çêdikirin kirin, li vir kepçeyek şewitandin û 3 karker binçav kirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê dest bi operasyonekê kiriye û ev operasyona heman rojê bêencam vekişandiye.

Di 30’ê Tebaxê de saet 07.00’an hêzên me li dijî 4 tunelên ku li ser rêya Îpekê di navbera bajarê Bedlîs û navçeya Xana Hewêl de ye, çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev rê hê jî di bin venêrîna hêzên me de ye.

Di 29’ê Tebaxê de saet 12.30-14.30’an balafirên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gundên Siyanê û Gundê Ramo yên girêdayî qada Garê û qada Navîn bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de li qadê şewatê xwe daye der.

30 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG