Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk 26'ê Tebaxê saet di 22:30 de, li herêma girên Mêrge û Ronahî derket operasyonê. Di roja 27'ê Tebaxê de saet 12:00 de, li hemberî leşkerên berê xwe dan girê Ronahî ji 2 baskan ve çalakî hat lidarxistin
Ji leşkerên ku bi çekên ferdî derbên giran li wan hat xistin, li baskê yekemîn 12 leşker, li baskê duyemîn jî 7 leşker hatin kuştin. Ji ser leşkerên hatin kuştin 3 çekên HK-33 hatin rakirin.
Saet di 14:30 de, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra 4 caran xwe danîn û kûştî û birîndarên xwe rakir. Leşkerên artêşa TC careke din hewl dan bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vê yekê, gerîlayên me li hemberî van leşkeran 3 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyên sabotajê de 11 leşker hatin kuştin. Artêşa TC roja 27'ê Tebaxê de saet di 20:30-23:30 de obus û hawan avêt herêmê. Di heman demê de, şev saet di 00:00 de hêzên me xwe berdan nava leşkerên li dora girê Ronahî bi cih bûbûn û li vir jî çeperek leşkeran hat rûxandin, 3 leşker jî hatin kuştin.
Di encama van hemû çalakiyan bi giştî 33 leşker hatin kuştin û yekîneyên ewlekariya dewleta Tirk ên li herêmê derketin operasyonê şoq bûn. Liv û tevgera li vê herêmê dewam dike.
Di roja 27'ê Tebaxê de saet di 06:00 de, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran (topên hawanê) li konên artêşa TC ên li dora girê Şehîdan ê li navçeya Qilaban a Şirnex’ê xistin. Li vê derê 2 kon hatin îmhakirin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt derdorê.
Di roja 26'ê Tebaxê de saet di 10:40 de gerîlayên me li dijî Tabûra Leşkerî ya Geyîksûyû ya li navenda Dersîm’ê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyan Tabûra Geyîksûyû bi çeka A-4 û tankan gule û bombe li derdorê reşand. Ev çalakî ji bo bîranîna hevala me Roza Efrîn û hevalên me yên di dema dawî de şehîd bûne, hatiye lidarxistin.
28 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG