Ji çapemenî û raya giştî re!
Di demên zor û zehmet ên tevgera PKK’ê de ya ku her tim pêşî li pêşketinek serkeftî vekirî ye, sekna fedakariya mezin a Şehîdên me bûye. Lewre jî, şehîdên me di şerê bi biryar, berxwedana ku xwe gihandiye taktîkên dewlemend , pêşxistina pêngavên ku dagirkeran felc dike de bûne afirîner û rê li ber me xistine.
Hevalên Mûnzûr Zîlan (Esat Avci) yê ji Wanê û Sorxwîn Jiyan (Leyla Kaya) ya ji Mûşê tevlî Tevgera me ya Azadiyê bûye, ji derdoreke ku welatparêziyê ew bi têgihiştina Kurdistana azad mezin kirine, bi ruhê berxwedanê bi form kirine hatine. Hevalên me yên ji kevneşopiyek wisa saxlem û bi biryar hatine, ji dema tevlî refên Gerîla bûne û şûn de bûne xwedî seknek têkoşîna xurt. Hevalê Mûnzûr ê sembola kamilbûnê, kedkariyê ye, bi van taybetmendiyên xwe yên bijartî ve li her cure sehayên wezîfeyê bûye xwedî meşek serkeftî, bûye ew milîtan ku hevrêyên wî bi rêzdariyek mezin lêgeriyane. Em hevalên Mûnzûr û Sorxîn ên bi perwerdeyên jiyana nû û azad ên Rêber Apo xwe pêş xistine bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, careke din dubare dikin ku ev wezîfeyên dîrokî yên dewrî me kirine em ê di meşa serkeftinê de bidomînin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Mûnzûr Zîlan
Nav û Paşnav: Esat Avci
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Nezahat – Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5’ê Gulana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Sorxwîn Jiyan
Nav û Paşnav: Leyla Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Halîde – Fesîh
Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Tebaxa 2016 / Bedlîs
31 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG