Ji çapemenî û raya giştî re!
Li tevahî girê Şehîd Colemêrg û mintiqayên derdor û giştî qada Geliyê Zap ên li herêma Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê, artêşa Tirk ji vê sibehê saet 08.00’an ve dest bi bomberdûmanek dijwar kiriye.
Di vê çarçoveyê de;
Di 30’ê Tebaxê de saet 08.00’an dema pêgerek hewayî ya bêmirov a bi tîpa Drone li ser qada Şehîd Mazlûm a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê digeriya, ji hêla hêzên me ve bi çekên ferdî hat xistin. Ev pêgera keşfê ya Drone niha di dest hêzên me de ye.
Di 30’ê Tebaxê de saet 19.30’an balafirên şer girê Şehîd Colemêrg û mintiqayên derdor ên li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bomberdûman kirin. Piştî bomberdûmanê helîkopterên bi tîpa Kobra jî li vê qadê dan û artêşa TC li vir dest bi operasyonê kir. Cih bi cih mabeyna leşkerên artêşa TC û gerîlayên me de şer rû didin. Saet ji 20.00’an heta niha jî qereqolên derdor qad dane ber obus û hewanan. Her ku têkîldarî operasyonê agahî gihiştin ber destên me wê bi raya giştî re jî bêne parvekirin.
Di 31’ê Tebaxê (îro) danê nîvro, balafirên şer girên Garêya Biçûk û Şehîd Dilşad ên li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bombe kirin.
Di 28’ê Tebaxê de saet 14.00’an û 18.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîdan a girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê bi cih kiribûn, çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de, 2 leşker hatin kuştin ku yek jê payebilind e.
Di 30’ê Tebaxê de saet 18.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Karahîsar a girêdayî navçeya Mehmûdî ya Wan’ê çalaiya sûîqestê li dar xistin û di encam de leşkerek kuştin.
Di 30’ê Tebaxê de saet 16.30’an gerîlayên me rêya Bedlîs-Xîzan’ê xistine bin kontrolê. Nêzî 50 wesayît hatin komkirin, nasname hatin kontrolkirin û têkîldarî tecrîda li ser Rêber Apo jî civîna agahdarkirinê hat lidarxistin. Ev rê heta saet 19.00’an di bin venêrîna hêzên me de maye.
Rêya Bedlîs- Hewêl di bin kontrola hêzên me de ye.
Di 24’ê Tebaxê saet 09.30’an ji ber hin kontrayên li herêma Sason a Êlihê li ser yekîneyek gerîlayên me yên li herêmê li ser wezîfeyê bûne dane, dijminê sewqî herêmê hatin kirin bi çekên giran êrîş kirine û 2 gerîlayên me şehîd bûn, gerîlayekî me jî dîl ketiye destê yekîneyên dewletê. Li vi herêmê bomberdûmana balafirên şer çêbûye.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Çayan Can
Nav û Paşnav: Demhat Firat Bellîer
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Gulnaz – Kesko
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2016’an / Êlih
Nasnav: Mazlûm Dogan
Nav û Paşnav: Bariş Kaçar
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Perîhan – Rahmî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2016’an / Êlih
31 Tebax 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG