HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 31’ê Tebaxê de saet 14.30-15.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bi cih kiribûn, bi çekên giran çalakiyek li dar xistin û 2 çeperên li vir îmha kirin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 31’ê Tebaxê de saet 08.30’an hêzên me ji 5 baskan ve li dijî qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi çekên navîn û giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 1’ê Îlonê de saet 07.30’an dema qereqola Êrîş bi obusan qada Ertûşê bombe dikir, hêzên me jî bi çekên giran li qereqola Êrîş dan. Piştî vê lêdanê, qereqola Êrîş dest ji bomberdûmanê berda.

Di 1’ê Îlonê de saet 09.30’an hêzên me li wan leşkerên ku hewl dan ji qûntarên girê Şehîd Newal bikevin kelha Ertûşê dan. Li vir leşkerek hat kuştin.

Di 31’ê Tebaxê de saet 06.30’an artêşa TC hewl da bi helîkoptera Skorsky ve li girê Şehîd Newal leşkeran deyne. Hêzên me bi çekên giran ev helîkopter derb kirin. Helîkoptera Skorsky bêyî leşkeran deyne ji qadê vekişiya.

Di şerê 31’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de qewimîn, 2 gerîlayên me şehîd bûn dema nasnameyên gerîlayên me zelal bû we be ragahandin.

Operasyona artêşa TC ya ku 28’ê Tebaxê li qada Kizilagaç a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlig’ê dabû destpêkirin, bi qismî vekişiyaye, yekîneyên veşartî yên xwe li eraziyê veşartine jî ketin bin kontrola gerîlayên me. Li dijî vê yekîneya leşkerî gerîlayên me di 30’ê Tebaxê de saet 15.00’an çalakî li dar xistin. Di vê yekîneyê de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, agahî hat girtin ku hejmara kûştî û birîndaran hê zêdetir e. 

Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, êvara 31’ê Tebaxê hêzên gerîlayên me li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîs’ê li dijî gelek nuqteyên artêşa TC ya dagirker çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de bi awayekî çalak yekîneyên berxwedanê yên YPS’ê jî cih girtin. Di encama van çalakiyan de li gelek nuqteyan heta danê sibehê jî şer dewam kir. Detayên têkîldarî encamê vê çalakiyê wê piştre bê ragihandin.

Di 30’ê Tebaxê de saet 07.00’an hêzên me li ser Rêya Îpekê ya mabeyna Bedlîs-Hewêl de çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya kontrolkirina rê de bi sedan wesayît hatin kontrolkirin.

Wesayîteke ku hewl dan bireve ji hêla gerîlayên ve bi guleyan hat hişyarkirin, lê dîsa jî bi gulereşandinê ve hewla xwe ya revê domandiye. Polîsê ku di vê wesayîtê de birîndarbûyî piştre miriye. Dema çalakiyê de 8 TIR, 2 Tankerên Gazê û 3 wesayîtên din ên aîdî dewletê hatin şewitandin.

Gerîlayên me bi gel re civîn li dar xistin, 2 kesên ku bi AKP’ê re dixebitîn li pêşberî gel hatin hişyarkirin. Piştî saet 09.00’an tevgera pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêmê zêde bûn, helîkopterên Kobrayê ji bo mudaxeleyê hatin, 2 helîkopterên Kobra ketober gule li eraziyê reşandin. Li ser vê gerîlayên me bersiv dan û helîkopter ji herêmê dûr ketin. Ji bo gel zerarê nebîne, çalakî piştî nîvro saet 15.00’an hat bidawîkirin.

Li heman qadê, helîkopterek Skorsky ya ku hewl da li Girê Tîro leşkeran deyne jî ji hêla hêzên me ve hat derbkirin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên di Skorsky a derbxwarî de nehatin zelalkirin.

Di 31’ê Tebaxê de saet 18.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Payîzava ya Wan’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 20-29’ê Tebaxê, hêzên me rêya Colemêrg-Çelê xistine bin kontrolê. Di 29’ê Tebaxê piştî konvoyek leşkerî li ser rêya Piraşînê dewriye avêt, wexta berê xwe aliyê navenda Colemêrg’ê ji hêla hêzên me ve bi çekên giran û ferdî hat hedefkirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 29’ê Tebaxê de saet 08.30’an dema artêşa TC mabeyna gundên Germav û Sînelkîmeydan ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê rê kontrol dikirin, gerîlayên me li dijî leşkerên piyade çalakiya sabotajê li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin, agahî gihiştiye ku gelek leşker mirine. Piştî çalakiyê, artêşa TC kûştî û birîndarên xwe avêtin wesayîtên zirxî, bi çekên giran jî ketober li eraziyê dan.

Ev du roj in artêşa Tc li qadên Kanî Koça, Miraniyê û qirika Derkûçê yên girêdayî navçeya Hezro ya Amed’ê kemînan datîne.

1 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG