HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê operasyona ku ji hêla artêşa TC hatiye destpêkirin bi berfirehî didome, her wiha şerê dijwar rû dane.

Di 1’ê Îlonê de saet 20.00’an saet 00.00’an artêşa TC êrîşek dijwar a hewayî li dijî kelha Ertûşê, qûntarên Şehîd Cahît û Şehîd Newal li dar xistiye. Li nuqteyên nêzî qirika Şehîd Newal, Şehîd Cahît, kelha Ertûşê leşker hatin danîn, danê sibehê mabeyna gerîlayên me û yekîneyên dijmin de ji mesafeyek nêz şerê dijwar qewimi.

Şerê giran heta 2’yê Îlonê saet 05.00’an berdewam kir. Gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa TC ên xwe li girê Şehîd Cahît bi cih kirine çalakî li dar xistin. Hêzên me li vir ketin gir. Li gir cih bi cih şer didome. Her wiha hêzên me li girê Şehîd Newal jî bi leşkerên artêşa TC re şer dikin. Dîsa li kelha Ertûş’ê û derdora wê jî şer bi awayekî dijwar didome. Ji saetên danê sibehê ve balafirên şer qad bomberdûman kirin; qereqolên li derdor jî bi obus, hewan û tankan bomberdûman domandine. Di 1’ê Îlonê jî gerîlayên me saet 14.00-16.30’an bi çekên giran li leşkerên ku xwe girê Guvenlîk bi cih kirine dan. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 1’ê Îlonê de saet 19.00-00.00’an artêşa TC bi balafirên şer qada kelha Ertûş’ê bomberdûman kir.

Di 31’ê Tebaxê de saet 17.00’an dema 6 TIR’an ji bo artêşa TC ji Colemêrg’ê ber bi Çelê konteynir dibirin, li mintiqa mabeyna gundên Dereva Talê û Dizê yên girêdayî Colemêrg’ê, hêzên me çalakiya sabotajê li dar  xistin. Li vir 1 TIR û Konteynir bêkêr bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de ji ber ji Rêber Apo agahî nayên girtin, hêzên gerîlayên me êvara 31’ê Tebaxê li dijî navenda navçeya Tetwan a Bedlîs’ê operasyonek şoreşgerî ya berfireh dan destpêkirin. Di vê çalakiya berfireh de yekîneyên berxwedanê yên YPS-YPS-JIN’ê jî bi awayekî çalakî cihê xwe girtin. Detayên operasyonê wiha ne;

Saet 22.00’an taxên Fatîh, Dûmlûpinar, Karataş, Tûk, Fûar û Yeşîlmezra ên li navenda Tetwan’ê hatin kontrolkirin, ketin û derketinên wan hatin girtin. Tîmek gerîlayên me li dijî nuqteya polîsan çalakî li dar xist, 2 polîsên li kulubeyê hatin kuştin. Li vir wesayîtek zirxî ya Kobra jî hat rûxandin, piraniya leşkerên tê de jî hatin kûştin. Têkîldarî leşkerên kûştî û birîndar agahiyek zelal nehat girtin, artêşa TC hewl da bi helîkopterên Kobra û panzeran ve mudaxele bike. Panzera bi armanca destwerdanê hat bi roketan hat derbkirin û neçar ma vekişe. Artêşa Tirk bêçare erazî da ber guleyan, cerdevanên gundê Engesero jî gule li derdora xwe reşandin. Hêzên dewletê heta 1’ê Îlonê saet 10.00’an li van taxan qedexeya kolanan îlan kir.

Trafoyê mezin ê ku elektrîkê dide nuqteyên dewletê û yên leşkerî yên li navenda Tetwan’ê bi çalakiya sabotajê hat texrîbkirin. Saet 21.30’an Trafoyê li Taxên  Kirêcocagi û Dûmlûpinarê jî hatin rûxandin. Saet 21.30’an gerîlayên me yên YJA Starê û yekîneyên YPS JIN’ê rê girtin û xistin kontrolê. Depoya mazotê ya Rêhesinên Dewletê hat hedefkirin û xisarek mezin danê. Li ser taxên Dûmlûpinar û Kireçocagi tevgera Skorsky û Kobrayan pêk hat.

Çalakiya ku dewletê nikarîbû bi ti şêwazî mudaxele bike û yên hewl dan mudaxele bikin jî derb xwarin, bi serkeftî hat meşandin. Artêşa TC piştî çalakiyê, li taxan ketober mirovan binçav dike.

Di 1’ê Îlonê de saet 13.00’an leşkerên qereqola Kotom û yên li derdora ya girêdayî Tetwan’ê operasyonek da destpêkirin. Li dijî leşkerên di nav tevgerê de bûn çalakiya sabotajê hat lidarxistin û 2 leşker hatin kuştin.

Di 1’ê Îlonê de saet 21.00’an gerîlayên me konvoyek leşkerî ya ber bi Tetwan a Wan’ê diçû kirin hedef. Li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî beriya bigihêje taxê çalakiya sabotajê hat lidarxistin û ev wesayît hat îmhakirin. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi 8 ambûlansan rakirin. Li vir bi zelalî 8 leşker hatin kûştin.

Di encama vê operasyonê de ku di şexsê hevalê Şehîd Xemgîn Koçer de ji bo bîranîna tevahî gerîlayên me yên îsal şehîd bûne hatiye lidarxistin, bi zelalî 12 kûştî û bi dehan birîndar çêbûne. Dîsa di encama çalakiyan de 2 wesayîtên zirxî rûxiyan û wesayîtek zirxî jî derb xwar.

Di 30’ê Tebaxê, de saet 17.45’an helîkoptêreke bi tîpa Skorskyê li ser sînorê Şemzînan’ê dema ku di nav tevgerê de bû, ji hêla hêzên me derb lê hat xistin. Piştî vê helîkoptêra Skorskyê ji qadê dûr ket.

Di 31’ê Tebaxê kontrayekî bi navê Menderes Ozer li mintiqeya di navbera gundên Dê û Dêmanê yê girêdayî Şemzînan’ê, ji hêla yekîneyekî me ve hatiye cizakirin. Kesê bi navê Menderes Ozer bi dijmin re hevkarî dikir, bûbû sedema şehîdbûna Gerîlayên me û tevlî gelek operasyona bûbû. Tevlî lîstikên qirêj ên herêmê bûbû, gel ziyan gihandibû gelê me û nirxên têkoşîna gelê me.

Di 1’ê Îlonê de saet 10.30’an qereqola Osyanê ya girêdayî Berwari’yê ya Sêrt’ê li qadê operasyonek da destpêkirin. Hêzên me yên YJA Starê li Girê Spîndaran ê qada Şehîd Harûn, yekîneyeke artêşa TC’ê kiriye jêr kontrola xwe û çalakîyek bi ser wan de kiriye. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kûştin û 3 birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkoptêrê li qadê xist û şewat derxist. Operasyon heman rojê saet 20.00’an bêyî ku encamekê bistîne vekişiya. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê me hat çêkirin.

Di 31’ê Tebaxê de saet 22.40’an hêzên me çalakiyek bi ser qereqola Uçurê ya Hênê ya Çewlik’ê de li dar xistin. Hêzên me bi RPG-7’an li barûyan xistin. Di dema çalakiyê de, cerdevanên li herêmê hewl dan ku bersivê bidin hêzên me. Di vê çalakiyê de nehat zelalkirin bê ka çend leşker hatin kûştin û çend birîndar bûn.

Di 1’ê Îlonê de saet 10.30’an Hêzên me li Hênê ya Çewlik’ê çalakiyeke sabotojê li dijî trênekê li dar xistiye û ev trên kete rewşeke wiha ku êdî nema dikare wer bikaranîn.

Di 14’ê Tebaxê li gundê Înege ya Azarpêrt a Çewlik’ê kesekî bi navê Nevzat Arincak ji hêla yekîneyê me ve hat cizakirin. Li wê herêmê destê wî di şehîdbûna gerîlayan me de hebû û her wiha di girtinên herêmê de jî.

Di 29’ê Tebaxê de saet 12.20’an li mintiqeya Degîrmendere ya Skenderûn’ê ya Hetay’ê, yekîneyeke me ya gerîla û leşkerên artêşa TC’ê li hev rast hatin û şerekî dem kurt pêk hat. Li vê derê hijmara kûştî û birîndarên leşkeran zelal nebû.

2 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG