HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jî çapemenî û raya giştî re!

Di 6’ê Îlonê de saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Guze Kurkê ya Şirnex’ê çalakiyek li dar xistin. Gerîlayên me ketin çeperan, bi çekên RPG-7 û bombeyan lê dan . Li vir 3 çeper û nîzami ketin kontrola gerîlayên me. Her wiha Tank û wesayîta zirxî ya li gir jî hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 11 leşker hatin kuştin. Dîsa, 3 MG-3, 1 BKC, 1 HK-33, 2 G3 û 1 bombeavêj hatin desteserkirin, lê ji ber hevalê me yê birîndar hebû, çek li qada çalakiyê hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 5 gerîlayên me jî şehîd bûn. Agahiyên têkîldarî gerîlayên me yên şehîd wê piştre bêne ragihandin.

Di  7’ê Îlonê de saet 17.00’an gerîlayên me li dijî leşkerên qereqola Asingra ya li qada Geliyê Masîro ya girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 7’ê Îlonê de saet 22.00’an û îro heta danê sibehê artêşa TC piştî qadên Hesena Girê Çolya û Eyneka yên girêdayî navçeya Silopi’ya ya Şirnex’ê bi obusan bombe kir, operasyon li dar xist.

Di 7’ê Îlonê de saet 17.00-17.30’an balafirên şer qada Cîloyê Biçûk ê li herêma Zap’ê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Di 6’ê Îlonê artêşa TC araziya Licê ketober da ber hewanan. Ji ber hewanek li gundê Serdenê ket jî zarokek birîndar bû.

Di 7’ê Îlonê de saet 09.15’an gerîlayên me li dijî leşkerên ku piştî çalakiya dawî ya li girê Qilêdar a girêdayî navçeya Licê hewl didan li hev kom bibin, çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Di 7’ê Îlonê de saet 13.30-14.00’an artêşa TC bi desteka cerdevanan jî li qada Sapûrnik a girêdayî navçeya Pasûr a Amed’ê operasyonek li dar xist. Ev operasyon heta danê êvarî berdewam kir, leşkeran jî ketober gule li erazî reşandin. Ji ber vê gulebaranê agir bi erazî girtiye. Ev operasyon danê êvarî saet 19.30’an bê encam vekişiya.

Di 7’ê Îlonê de saet 16.00-16.30’an ji qereqolên Birîkar û Reşadiyê yên girêdayî Tetwan’ê qadên Puhok û Engesor bi hewanan bomberdûmankirin. Li ser qadê jî pêgerên bêmirov ên keşfê geriyan.

Di 30’ê Tebaxê li herêma Çiyayê Agirî di navbera navçeya Bazîd a Agirî û Ebex a Wan’ê ku artêşa TC bi beşdariya bi hezaran lerşkeran ve operasyonek dabû destpêkirin,3 hevalê me şehîd bibûn. Nasnameyên 3 hevrêyên me yên ku bi qehremanî di berdewama vê operasyonê de şer kirin û gihiştin şehadetê wiha ne:

sehit eylem

 

 

 

Nasnav: Eylem Evrin
Nav û Paşnav: Halîme Bedirî
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dayik û Bav: Zeytîn – Yahya
Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî/ 2’yê Îlon 2016

 

 

sehit mahir

 

 

 

Nasnav: Mahir Yeni
Nav û Paşnav: Hakan Yenî
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik û Bav: Miyaser – Zekî
Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî / 31’ê Tebaxa 2016

 

 

sehit sipan

 

 

 

Nasnav: Sîpan Ararat
Nav û Paşnav: Mehmet Nûri Polat
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Gûlistan – Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî /2’yê Îlona 2016



8 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG