HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 30’ê Tebaxê li qada Tendurek a mabeyna navçeyên Ebex a Wan’ê û Bazîda Agiri’yê artêşa TC bi tevlîbûna hezaran leşkerî ve operasyonek daye destpêkirin.

Ji bejahiyê bi obus, hewan û bataryayên tankan ve, her wiha ji hewayî jî bi balafirên şer ve ev operasyon domandiye. Di vê operasyonê de ku îmhakirina hêzên gerîlayên me û tinehesibandina îradeya gelê me yê welatparêz kiriye hedef, dewleta Tirk çawa ku ti serkeftin bi dest nexistin, her wiha gelek kuştî jî dan. Detayên vê operasyonê wiha ne;

Di 31’ê Tebaxê operasyon bi bomberdûmanên hewan, obus û tankan destpê kir, heta 1’ê Îlonê bênavber dewam kir. Bi van bomberdûmanan re, li bejahiyê leşker bi cih kirin û operasyona bejahî jî destpê kir. Di 1’ê Îlonê de saet 06.30’an dema yekîneyên leşkeran hewl dan ji mintiqayên Kir, Kelareş û Teperiyê bikevin qadê, ji hêla gerîlayên me ve hatin kontrolkirin û ji mesafeyek nêz çalakî hatin lidarxistin. Di encama çalakiyê de bi zelalî 7 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn. Yekîneyên leşkerî ên ketin denetîma gerîlayên me ti pêşdeçûyîn bi dest nexistin. Her wiha nuqteya koordîneya yekîneyên leşkerî jî hat tespîtkirin, tîmek fedaî ya gerîlayên me bi fermandariya hevalê me Mahîr li dijî vê nuqteyê çalakî li dar xistin. Gerîlayên me yên bi fedaîtî ketin nuqteyê bi bombeyan li leşkerên payebilind dan, di encam de yek ustegmenek û 2 serpel hatin kuştin. Li çeperek din a ku leşkeran xwe tê de veşartibûn jî şer qewimî û Fermandarê Baskê êrîşê hevalê Mahîrê şehîd bû. Gerîlayên me bi bandor li van leşkeran dan û di encama de 3 leşkerên din jî hatin kuştin. Li vir gelek leşker jî birîndar bû, lê hejmar nehat zelalkirin.

Ji bo yekîneya leşkerî ji kontrola hêzên me derkeve, bi armanca destwerdanê yekîneyek leşkerî ya ji 40 kesî pêk dihat şandin. Ev yekîneya ket nav tevgerê, saet 10.00’an ji hêla gerîlayên me ve bi roketan, çekên navîn û ferdî hat hedefkirin. Li vîr ji baskê leşkerî bi zelalî 13 leşker hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Artêşa TC a tevahî hewldanên wê şikestin, êdî nema dikarîbû xwe bilebitanda.

Di 1’ê Îlonê de saet 09.00’an 2 baskên leşkerî hewl dan ji Deriyê Dasina bikevin qada Kir. Yekîneyek gerîlayên me ji du baskan di mesafeyek nêz de li van baskan dan. Li vir bi zelalî 3 leşker hatin kûştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên ku hewl dan li eraziya qada Şehîd Dijwar’ê kom bibin, careke din hewl dan ji du baskan bikevin qada Kirê. Gerîlayên me ev dorpêç kirin û lê dan. Li vî baskî bi zelalî 14 leşker hatin kuştin, 15 leşker jî birîndar bûn. Li vir heta danê êvarî dem bi dem şer rû da. Baskê duyem ê leşkerî jî hat kontrolkirin, li dijî çepera ku 8 leşker tê de bûn çalakî hat lidarxistin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Helîkoptêrên Kobra xwestin  mudaxeleyî cihê dorpêçayî bike lê bi çekên giran derb lê hat xistin, helîkoptêra  Kobra ku derb xwar bilez ji qadê dûr ket. Êvarî saet 18.00’an 2 helîkoptêran dîsa xwestin mudaxeleyî qadê bikin, dîsa derbên xweş li wan ketin û ji qadê dûr ketin. Yekîneyên artêşa Tirk ku di jêr kontrola me de man û nekarîn xwe tev bilivînin, heta 2’yê Îlonê berê sibehê jî bi hewan û obûsan li qadê xistin.

Di 2’yê Îlonê berê sibehê yekîneyên leşkerî ji 3 milan ve, ji qada Şehîd Bextiyar mudaxeleyî qada dorpêçayî kirin û xwestin kûştî û birîndarên xwe bibin. Milê pêşî saet 09.00’an ketin bin kontrolê, bi çekên otomatîk li wan hat reşandin, 6 leşker hatin kûştin û gelek jê jî birîndar bûn. Milê duyê û sêyê jî bi temamî ketin bin kontrolê û êrîşek bi ser wan de hat anîn. Di vê êrîşê de 7 leşker hatin kûştin û 10 jê jî birîndar bûn. Li vê derê şer heta êvarî berdewam kir. Di şerê mesafeya nêz de helîkopterên Kobra dema ku mudaxle kirin, li leşkerên xwe xist lê nehat zanîn bê ka di vê lêxistinê de çend leşker hatin kûştin. Di vî şerî de hevrêya me Eylem bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Di 2’yê Îlonê de saet 17.00’an baskekî leşkeran ê ku ji 45 kesan pêk hatî, ji qada Şehîd Tûfan xwestin têkevin kada dorpêçayî de. Ev yekîneya leşkerî ji hêla gerîlayên me ve, bi rokêt, bombe û çekên şexsî ji mesafeya nêzîk derb xwarin. Li vê derê gerîlayekî me birîndar bû, helîkoptêrên Kobra mudaxaleyî şer kir û li leşkeran xist. Bi çekên giran bersiv ji Kobrayê re hat dayin û helîkoptêra Kobra ji qadê dûr ket. Li vir şer 45 deqe dom kir. Di encamê de 30 leşker hatin kûştin û 10 jê birîndar bûn.

Hevrêyê me Sîpan ku di vî şerî de bi giranî birîndar bûbû û şehîd bû.

Ji 20’an zêdetir cenazeyên leşkerên yekîneyên operasyonê 4 rojan li qada şer man û artêşa TC’ê her cara ku xwestî mudaxele bike gelek windahî dan. Leşkerên birîndar û nekarîn xwe ji dorpêçê xilas bikin, bi bombekirina zêde encex firset dîtine ku roja 4’an ji qadê derkevin. Piştî ku leşker ji qadê derketin bi balafirên şer, obûs, hewan, tang û kobrayan, heta êvara 5’ê Îlonê hemû qad hat bombekirin.

Artêşa Tirk ku sivîl ji bo cenazeyan derxînin bi kar anîni gelek malzemeyên leşkerî jî li pey xwe hiştin.

Ev operasyon ji hêla gerîlayên me yên HPG û YJA Starê ve, ji ber ku ji Rêber Apo agahî nayê standin, hat li dar xistin.

Di pêvajoya operasyonê de, di şerê bûyî de 86 leşker hatin kûştin û 58 birîndar bûn.

Di operasyonê de hevalên me Mahîr, Sîpan û Eylam bi biryardariyeke fedaî û şervaniyê şehîd bûn. Têkildarî gerîlayên me yên ku şehîd bûyin de, agahî piştre wê werin dayin.

Di 6’ê Îlonê de saet 12.30’an hêzên me li dijî komek leşkerên ku li ber nîzamiyeya qereqola 49 a girêdayî Çelê hewl didan qemyonekê kontrol bikin bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 6’ê Îlonê de saet 10.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li girekî ku ewlehiya Tûgaya Şirnex’ê pêk danî, çalakiya sûîqestê li dar xistin, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zanîn.

Di 6’ê Îlonê de saet 12.00’an hêzên me li dijî Qereqola Gûza Kurkê û Gundikê Melê yên girêdayî Şirnex’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Têkîldarî çalakî her ku agahî hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Di 6’ê Îlonê de saet 12.30’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên ku li girê Dogan ê girêdayî Şirnex’ê xwe bi cih kiribûn çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Di 5’ê Îlonê de saet 01.00’an yekîneyek gerîlayên me bi leşkerên artêşa TC ên li ser pira ku li navbera navçeya Dihê û Dihêya Kevn a Sêrt’ê ye, hevrû bûn û şer rû da. Di şer de 2 gerîlayên me şehîd bûn û bi gerîlayekî me re jî pêwendiyên me qut bûne. Detayên têkîldarî vî şerî wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Mabeyan gerîlayên me û artêşa TC a ku ji 30’ê Tebaxê ve li qada Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê operasyonek berfireh dabû destpêkirin, şerê dijwar qewimîbûn.

Nasnameyên 6 hevalên me yên ku di şerê berxwedana mezin de şehîd bûn û sicîlên wan zelal bûne, wiha ne;

sehit cicek

 

 

 

Nasnav: Çîçek Têkoşîn
Nav û Paşnav: Ayhan Tan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Halîme – Mûsa
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg

 

 

sehit delila

 

 

 

Nasnav: Delîla Gulê
Nav û Paşnav: Kîbar Ersan
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Yeter – Yasîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg

 

 

sehit destina

 

 

 

Nasnav: Destina Amara
Nav û Paşnav: Cane Suleyman
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik û Bav: Naîme – Mahmût
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg

 

 

sehit mervan

 

 

 

Nasnav: Mervan Nemrut
Nav û Paşnav: Mahmût Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Zubeyde – Eyup
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg

 

 

sehit sidar

 

 

 

Nasnav: Sidar Kendal Brusk
Nav û Paşnav: Necip Şimşek
Cihê Jidayikbûnê: Muş
Navê Dayik û Bav: Naciye – Naif
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg

 

 

sehit welat

 

 

 

Nasnav: Welat Amed
Nav û Paşnav: Şeyhmûs Ozçelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Songul – Maşûk
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Tebax-4’ê Îlon 2016 / Colemêrg



7 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG