Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Îlonê hêzên me li dijî girê Ronahî ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hêzên me ji 3 baskên cuda ve ketin gir; baskê yekem leşkerên derdora gir kirin hedef û bi bandor lê dan, 4 leşker kuştin. Baskên 2’yemîn û 3’yemîn jî heta gir çûn û 4 çeper îmha kirin. Di çeperên rûxandî de gerîlayên me çûn ser 12 termên leşkeran. Leşkerên li gir sax man jî dest ji gir berdan û reviyan. Qereqolên Mamreş, Bêzokê û Mûseka jî gir dan ber obus û hewanan. Hate dîtin ku ji ber qereqolan li gir xistin ji leşkerên ku hewl didan birevin jî ji ber vê bomberdumanê hatin kûştin û birîndar çêbûn. Di vê çalakiyê de bi giştî 16 leşker hatin kuştin; gerîlayekî me jî bi şerekî lehengî şehîd bû. Piştî çalakiyê artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve 3 caran rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku di operasyona qada Ertûş’ê de şehîd bûne hat lidarxistin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Leheng Agît
Nav û Paşnav: Abdûllah Altûntaş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Sîmen - Halîs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Îlona 2016’an / Colemêrg
Di 6’ê Îlonê de saet 05.00-07.00’an balafirên şer ên TC qadên Ertûş û Ciloyê Biçûk ên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bombe kirin.
Di 6’ê Îlonê de saet 10.00-12.00’an girê Şehîd Zekî, di 7’ê Îlonê de saet 12.00-14.00’an qada Garêya Biçûk, saet 16.00-19.00’an jî gundê Kînyanîşê ji hêla balafirên şer hatin bomberdûmankirin. Di encama bombekirina gundê Kinyanîşê de mirovekî me yê welatparêz bi nirx şehîd bû.
Di 9’ê Îlonê de saet 14.30-16.00’an balafirên şer mintiqayên Mervanos û Şehîd Ozgur bombe kirin.
Li xeta Çelê mabeyna yekîneyek gerîlayên me ya 3 kesan pêk dihat û leşkeran de şer rû da û 3 gerîlayên me şehîd bûn.
Di 9’ê Îlonê de saet 14.30-15.00’an balafirên artêşa TC ji herêmên me yên Parastina Medyayê, mintiqaya Şkêra Spî, Gola Karker û Şehîd Bêrîtan ên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirin.
Di 6’ê Îlonê li navçeya Gever a Colemêrg’ê dema yekîneyek me diçû ser wezîfeyê bi artêşa TC re hevrû bû û şer qewimiye. Piştî şer gerîlayê me yê bi navê Çekdar Amed (Cîhan Gokalp) dîl hat girtin.
Di 7’ê Îlonê ji hêla artêşa TC’ê ve bi ser qadên Girê Çolya û Hesana de, ku girêdayî Silopi’ya Şirnex’ê de operasyonek li dar xistin. Yekîneyên operasyonê hin qûntarên Girê Çolya û Hesanayê girtine, di 8’ê Îlonê bi tankan xwestin ku li qada Hesana bi pêş bikevin. Gerîlayên me çalakiyeke siûqestê bi ser van yekîneyên leşkerî de anîn ku dixwestin li qadê bi pêş bikevin. Piştî çalakiyan hin yekîne paş ve vekişiyan, Heman rojê saet 10.00’an li qada Bilûrvan bi ser mewziyeke leşkeran de çalakiyeke bi rokêtan pêk anîn û 5 leşker kuştin. Dîsa yekîneyeke me ya dî bi ser leşkerên ku di nav tevgerekê de bûn, çalakiyek kirin, lê hejmara kûştî û birîndarên wan li vir nehat zelalkirin. Operasyon di 9’ê Îlonê bi paş ve kişiya.
Di 9’ê Îlonê de saet 22.00’an hêzên me li dijî xetên elektrîkê yên qereqolên Girê Sor, Tingê û Êzdîna yên girêdayî Şax a Wan’ê de çalakiyeke sabotajê li dar xistin,. Di encamê de xetên elektrîkê bi temamî têk çûn.
Di 9’ê Îlonê de saet 20.50’an gerîlayên me bi ser trêneke bar de li nêzî gundê Zengokê ya di navbera Mûş-Elezîz’ê de çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ji van vagonan 1 jê bi temamî rûxiya û 7’ên din jî derb xwarin.
Di 9’ê Îlonê artêşa TC’ê li qada Şehîd Rojhat a Licê operasyonek li dar xist. Ber êvarkî saet 17.20’an dema ku yekîneyeke leşkerî ber bi gundê Qadişê û Êtûna Mermer de diçûn, gerîlayên me ew xistin kontrola xwe û derb li wan xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin û 1 jê jî birîndar bû. Piştî çalakiyê leşkeran li araziyê reşandin, operasyon hê jî dom dike .
Di 9’ê Îlonê berê sibehê artêşa TC’ê dema ku kete gundên Goma Ret û Cinezorê yên Licê piraniya araziyê bi obûs û hawanan dan ber bombeyan.
Artêşa TC’ê piştî ku hêzên xwe ji Tendirûkê vekişandin, pê re pê re, her roj bi obûs, tang û hawanan bombeyan davêje.
Di 9’ê Îlonê saet 15.00’an bi ser minîbûseke leşkeran de ku ji Xozatê ya Dêrsim’ê ber bi qereqola Amûtka ve diçû, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev minûbûs bi temamî hat rûxandin lê hijmara kûştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê bi tofelaqî li eraziyê reşand û şewart derket. Artêşa TC’ê piştre li vê qadê operasyon da destpêkirin. 10 leşker dema ku bi komikî sekinîbûn derb xwarin, lê hejmara kûştî û birîndaran zelal nebû.
Ev çalakîyên gerîllayên me li dar xistine ji bo ku ji Rêber Apo agahî nayê standin pêk hatin
10 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG