Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoevya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, hêzên me di roja 10'ê Îlonê de saet di 18:00 de ji çar aliyan ve dor li qereqola Suveren a li navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê girtin û li qereqolê dan. Hêzên me bi çekên RPG-7 li kûle û kulûbeya nobedê ya qereqolê dan. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Hêzên me her wiha li leşkerên li dora tankê, çepera çeka A-4 û hewşa qereqolê li hev civiyabûn, derbên xurt lê dan. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Mewziyên li hewşa qereqolê bi temamî şewitîn û rûxiyan.
Di roja 9'ê Îlonê de saet di 11:15'an de, komek ji gerîlayên me dema li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi erka xwe radibû, li nêzî qereqola Karataşê li leşkeran rast hat û nîv saetê li vir şer qewimî. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Hêzên me bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan.
Di roja 9'ê Îlonê, hêzên me bi liv û tevgera leşkerî ya li herêma Kêlik a li navçeya Qilaban a Şirnex’ê hesiyan û bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Piştî çalakiyê leşkeran xwe ji herêmê vekişandin.
Di 9'ê Îlonê de saet di 23:30 de, hêzên me li navçeya Bêgirî ya Wan’ê çalakiyeke sabotajê li hemberî lûleya petrolê û gaza xwezayî lidar xistin. Di encamê de ev lûle teqiya û şewata li vir derket heta serê sibehê dewam kir.
Di 9'ê Îlonê de saet di navbera 20:00-22:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma Herkî ya li Şemzînan’ê barandin.
Di roja 10'ê Îlonê de saet di 15:00 de derdora qereqola Hêrviz a Bedlîs’ê û derdora Şehîtlîk bi hawanan hat bombekirin. Nîvê şevê jî cerdevanên gundê Qultikê agir berdane herêmê.
Ji destpêka meha Îlonê û vir ve artêşa Tirk li qadên Ûzûntarla, Pakalî, Gomemîş, Kozmerîk, Govê, Merxo û Velîkan ên Dersîm’ê, bi yekîneyên veşartî kemînan datîne.
Di 9'ê Îlonê de saet di 15:00 de gerîlayên me li gundikê Çakmakli yê navçeya Xozad a Dersîm’ê li dijî wesayîteke polîsên tîmên taybet çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Ev wesayît bi temamî îmha bû, lê hejmara polîsên tîmên taybet ên kûştî, nehat zelalkirin. Di 10'ê Îlonê de saet di 09:00 de leşkeran li ve herêma çalakî hat lidarxistin, ketin nava tevgerê. Saet di 17:00 de derba xurt li 2 wesayîtên tîmên taybet hat xistin. Ji bo wesayîta hat îmhakirin ji herêmê were derxistin 1 jê vînç du wesayît anîn herêmê. Li vir jî wesayîteke transît hat îmhakirin. Di çalakiya bi bandor a li vir de 10 polîsên tîmên taybet hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Baran û Şehîd Roza hatin lidarxistin û li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêk hatin.
9-10'ê Îlonê li quntara Sûltanbaba ya navenda Dersîm’ê, liv û tevgera leşkerî hebû.
11 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG