Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Îlonê de saet 10.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li girê Harûna yê li qada Şemzînan a Colemêrg’ê çalakî li dar xistin û leşkerek kuştin.
Di 13’ê Îlonê de saet 07.00’an hêzên me li dijî qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 çeper hatin hedefkirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Çiyayê Reş da ber obus û hewanan.
Di 12’ê Îlonê danê êvarî de hêzên me li dijî yekîneyek dijman a piyade ku li nêzî qereqola Êrîş digeriyan çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 13’ê Îlonê de saet 16.00’an hêzên me li dijî yekîneyek artêşa TC ya li qada Kêlik a navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakî li dar xistin. Li ser vê leşkeran xwe ji qadê kişandin.
Di 12’ê Îlonê de saet 12.00-14.00’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên xwe li girê Şehîdan a girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê bi cih kiribûn bi çekên giran çalakî li dar xistin û leşkerên artêşa TC çeperên xwe terikandin. Di çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Artêşa TC demek e bi armanca xebatên leşkerî hewl dide mabeyna Wan-Şirnex’ê rêyekê çêbike. Hêzên me beriya niha jî şantiyeya ku vê xebatê dike hişyar kiribûn. Tevî hemû hişyariyan jî ev şantiyeya xebat domandin, lewre jî hêzên me di 13’ê Îlonê de saet 06.45’an bi ser vê şantiyeya ku rê çêdikir de girtin. Di vê serdegirtinê de 2 kepçe hatin şewitandin. Her wiha li vir mabeyna hêzên me, yekîneyên leşkerî yên veşartî û cerdevanan de şerekî demkurt rû da.
Di 13’ê Îlonê de saet 13.00’an hêzên me li sêgoşeya mintiqayên Şamanis- Kesirkê- Imk ên girêdayî navçeya Payîzava ya Wan’ê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me nasname kontrol kirin û têkîldarî pêvajoyê gel agahdar kirin.
Di 13’ê Îlonê de saet 13.20’an balafirên şer ên artêşa TC qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bomberdûman kirin. Dîsa saet 20.30-22.00’an qada Sumbul jî ji hêla balafirên şer hat bomberdûmankirin. Di encama bomberdûmanan de agir bi eraziyê girt.
Di 2’yê Îlonê de saet 17.30’an gerîlayên me li dijî qereqola Şerefiye ya girêdayî Şirnex’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin, piştî çalakiyê qereqolê derdora xwe da ber tank, obus û çekên A-4. Heman qereqol di 4’ê Îlonê de saet 12.30’an careke din bi çekên giran hate hedefkirin.
Di 13’ê Îlonê danê sibehê de saet 08.40’an hêzên me li dijî qereqola Evnêbenat a girêdayî Şirnex’ê çalakiyek li dar xistin. Têkîldarî encamên çalakiya ku gelek çeperên qereqolê bi bandor hatin hedefkirin, agahî nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê, qereqolên TRT Gabar û Evnêbenat ketober li qadên derdora xwe dan, pêgerên hewayî yên bêmirov jî geriyan.
Di 11’ê Îlonê de artêşa TC li dijî qada Şehîd Xemgîn a girêdayî Tetwan’ê bomberdûmanek dijwar pêk ani. Qad, di serî de ji hêla helîkopterên Kobra hat hedefkirin, piştre jî balafirên şer bomberdûman kirin. Dûv bomberdûmanan, artêşa TC di 12’ê Îlonê danê sibehê de dest bi operasyonek bejahî kir û êrîşek bi tarzê serdegirtinê li gelek nuqteyan pêk anî. Yekîneyek gerîlayên me êrîşa yekîneyek leşkerî ferq kirine û şer rû day. Di vî şerî de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin, li dijî yekîneyek cuda jî 2 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin. Piştî vê çalakiyê, helîkopteran kûştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin.
Di vî şerî de hêzên gerîlayên me bi awayekî saxlam ji qadê veqetiyan.
Di 30’ê Tebaxê li qada Çiyayê Tendurek’ê ya mabeyna navçeyên Ebex a Wan’ê û Bazîd a Agiri’yê de artêşa TC dest bi operasyonek berifeh kiribû. Di vê operasyonê de artêşa TC a zêde kuştî û birîndarên wê çêbûn, bi navber qadê dide ber obus, tank û hewanan. Li hin cihên eraziyê kamera û cîhaz bi cih kirin. Hin ji van kamera û cihazan ji hêla gerîlayên me hatin tespîtkirin û îmhakirin.
Di operasyona Tendurekê de bi dehan guleyên BKC, Klêş û HK-33 ên artêşa TC û gelek çenteyên leşkerî hatin desteserkirin.
14 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG