Ji çapemenî û raya giştî re!
Bombeyeke qazanê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta AKP'ê ve li Kurdistanê hatibû barandin, ne teqiya. Ev bombeya qazanê li wesayîtekê hat bicihkrin û bi polîsên li ber avahiya AKP'ê ya bajêr disekinî hat teqandin. Ev çalakî li dijî qetilkirina ciwanên Kurd ên li taxê Wan’ê û darbeya qeyûm a vîna gelê Kurd tine dihesibîne, weke bersivekê hat lidarxistin. Detayên vê çalakiyê bi vî rengî ne:
Di roja 12'ê Îlonê de saet di 10:45'an de, li herêma Beşyolê ku avahiya AKP'ê, nuqteya ewlekariyê ya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet (POH) lê bûn, çalakî hat lidarxistin. Li meydana ku çalakî lê pêk hat, avahiya Walîtiyê jî heye. Di encama vê teqînê de piraniya konteynirên POH'ê îmha bûn û 3 maşînên zirxî rûxiyan. Avahiyên AKP'ê û polîsan jî zerareke mezin dîtin.
Di encama vê çalakiyê de 18 polîs û tîmên taybet hatin kûştin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP'ê û POH birîndar bûn.
Di 10'ê Îlonê, artêşa TC li derdora girên Şehîd Silav, Bêzeno, Noxelya, Guvenlîk ên mintiqeya Herkî ya li herêma Şemzînan’ê û li Dola Mehendê dest bi operasyonê kir. Di vê operasyonê de balafirên şer bombe li herêmê barandin. Her wiha ji danê nîvro yê 12'ê Îlonê heta sibeha 13'ê Îlonê (îro) bi balafirên şer ên artêşa TC, obus û hawanan herêm hat bombekirin.
Di 10'ê Îlonê de saet di 18:30 de, komek ji gerîlayên me ku li herêma Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qers’ê bi erka xwe radibû, li zozanê Qula li leşkerên Tirk rast hat. Li vê derê ji bo demeke kurt şer derket. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên di vî şerî de, zelal nebû. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky rakir.
Di 12'ê Îlonê de saet di 14:00 de hêzên me bi hawanan li leşkerên li ser girê Ronahî yê li herêma Şemzînan’ê dan. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatine kûştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
13 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG