HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 14’ê Îlonê de saet 07.30’an hêzên me li dijî qereqola Yenîkopru ya li sêgoşeya Colemêrg-Gever-Wan’ê çalakiyek bi hewanan li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 14’ê Îlonê de saet 17.00’an hêzên me bi çekên giran li qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê dan. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 10’ê Îlonê de artêşa TC li mintiqa Herkî ya girêdayî Şemzînan’ê ya Colemêrg’ê operasyon dabû destpêkirin. Operasyon di 15’ê Îlonê (îro) danê sibehê de bêencam vekişiya.

Di 14’ê Îlonê de saet 18.00’an hêzên me yên YJA Starê bi hewanan li dijî Tûgaya Çelê ya li Colemêrg’ê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de agir bi avahiyek tûgayê û benzînxaneyê girt.

Di 14’ê Îlonê de saet 18.00’an artêşa TC bi balafirên şer mintiqayên gundê Kinyanîş û geliyê Şehîd Ozgur yên li ser herema  me ya Zagrosê bomberdûman kirin.

Di 14’ê Îlonê de saet 05.40’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qada Kêlik a girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê di nav tevgerê de bûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Tirk ên Tepê Meymûn û Tepê Çetan ên li ser xeta sînorê herêma Heftanîn’ê, qada Deriyê Davetiya da ber obus û hewanan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; di 14’ê Îlonê de saet 12.40’an hêzên me bi çekên navîn û ferdî li wesayîtek leşkerî ya Reo ku diçû qereqola Perîxanê ya li Esendere ya Colemêrg’ê, kuleyên nîzamiyeyê û leşkerên li ber qereqolê dixebitîn dan. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC li qada operasyonek da destpêkirin. Ev operasyona ku 2 saetan berdewam kir bêencam vekişiya.

Di 13’ê Îlonê de saet 23.30’an mabeyna gundên Karçîtê û Sakê, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ji qereqola Girê Sor a girêdayî navçeya Şax a Wan’ê derdiket çalakiya sabotajê li dar xistin. Wesayîtek zirxî ya vê konvoyê ruxiya; 10 leşker hatin kûştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky kûştî û birîndarên xwe rakirin, kepçeyekê jî kavilên wesayîta zirxî paqij kir.

Di 14’ê Îlonê de saet 19.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku ewlehiya rêya Wan-Elbak’ê pêk danîn, ji 3 baskan ve çalakî li dar xistin, 3 leşker kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky anîn Wan’ê.

Di 13’ê Îlonê danê êvarî de artêşa TC li qûntarên Çiyayê File, Çelê Nimeja, Bestê Meryemê û Sêgirkê yên girêdayî Şirnex’ê operasyonek daye destpêkirin. Di 14’ê Îlonê dema komek gerîlayên me ji bo wezîfeyên ketin rê bi leşkeran re hevrû bûne û şerekî demkurt qewimiye. Yekîneyek din a gerîlayên me jî komek leşker xistine bin kontrola xwe û bi çekên giran li wan dane. Lê, li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Li ser vê jî artêşa TC qedemeyekê vekişiyaye.

Di 14’ê Îlonê de saet 16.00’an hêzên me li qada Berê Bîra li dijî komek leşkeran çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Dema operasyonê artêşa TC bi çekên giran li Çiyayê Fila, Bestê Meryemê û Besta Bilûzerê da. Operasyon, di 14’ê Îlonê danê êvarî de bêencam vekişiyaye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; Di navbera 13’ê Îlonê saet 21.15’an û 14’ê Îlonê danê sibehê de hêzên me yên YJA Starê ji 2 baskan ketin navenda navçeya Xîzan a Bedlîs’ê. Li vir hêzên me bargehek leşkerî kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê dan. Hêzên me ji bo demekê taxên Esentepe, Kultur, Aşagi Karasû û rêya navenda Xîzan’ê girtin kontrola xwe.

Di 14’ê Îlonê hêzên me li dijî girekî ku leşkerên artêşa TC li çoltera Licê ya Amed’ê xwe lê bi cih kiribûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeper, wesayîtên zirxî û kepçe yên li gir, bi çekên RPG-7, BKC û çekên ferdî hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kûştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran rakiriye.

Di 5’ê Îlonê de saet 01.00’an yekîneyek gerîlayên me li pira navbera navçeya Dihê ya Sêrt’ê û Dihaya Kevn de bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şer rû daye. Di vî şerî de 2 gerîlayên me şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

arif fethi_small

 

 

 

Nasnav: Arîf Denîz
Nav û Paşnav: Fethî Behrem Kûtûm
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Hamîde – Behrem
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Îlon 2016 / Sêrt

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Sarya Rozerîn
Nav û Paşnav: Eylem Elçîçek
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Gule – Reşît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Îlon 2016 / Sêrt

 

 

Di 18’ê Tebaxê li qada Sînega ya girêdayî Agiri’yê mabeyna artêşa TC û hêzên me de şer rû dabû. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bû.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye:

cayan bahaddin_small

 

 

 

Nasnav: Çayan Serhat
Nav û Paşnav: Bahaddîn Çakin
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik û Bav: Gulnaz – Abdûlrahman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18 Tebax 2016 / Agirî

 

 

Di 8’ê Tebaxê hevalê me Kandîl Zagros dema li ser wezîfeya xwe bû ji ber qezaya hewanê şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

kandil ethem_small

 

 

 

 

Nasnav: Kandil Zagros
Nav û Paşnav: Ethem Dûrû
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Gulîzar – Abdûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8 Tebax 2016 / Colemêrg


15 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG