Ji çapemenî û raya giştî re!
Dî nav çarçoveya pêngava Şehîd Andok Êrîş de di 15'ê Îlonê de saet 20.45'an jî hêla gerîlayên me ve bî ser qereqola Teperîzê ya Tendûrek a Agîrî’yê çalakîyeke berfîreh hat lîdarxîstîn . Lî vê qereqolê 25-30 leşker û gelek kontra hebû. Çalakî jî ji dû baskan ve hat pêkanîn, hêzên me 15 deqe êrîş bîr ser gîr û hemû mewzî îmha kirin. di çeperên li vî girî de bî ser 21 cenazeyan de çûne û be mesafeya bombeyê çalakiyek li dijî kuleyê jî hat lidarxistin. Ev kule derbên giran xwariye û jî bîlî çend leşkeran hemû leşkerên di kuleyê de hat kûştin. Dîsa li vir mînîbûseke ku 2 leşker tê de bûn bi bandor hat derb kirin û li vir 2 leşker hatin kuştin. Beşekî mezin ê vî gîrî ketiye bin kontrola gerîlayên me de, panzêra kû xwestîye mudaxele bike. Vê panzêrê derbek xwarîye û 5 leşker di vê parnzerê de hatin kuştin, , 4 jê bîrîndar bûn.
Heta berê sibehê qada çalakiyê bi hawan û obûsan hat bombekirin. Dîsa helîkoptêran jî li gelek deveran xistin.
Gerîlayên me yên ku çalakî pêk anîne, 6 çekên artêşa TC'ê bi dest xîstîn, 20 çek jî hatîn îmhakirin. Dîsa 1 panzêr û mînîbûsek hat îmhakirin.
Di çalakîyê de bi çav hatiye dîtîn ku 28 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî bîrîndar bûn.
Ev çalakîya ku jî hêla gerîlayên me HPG'ê û YJA-Starê ve hate kirin, jî bo bîranîna şehîd Mahîr, Sîpan, Şîyar û Eylem hat kîrîn, ku di vê pêvajoya dawî de şehîd bûbûn. Gerîlayên me yên ku ev çalakî li dar xistin bi sax û silamet gihiştin cihên xwe.
di16'ê Îlonê de saet 10.30'an hêzên me çalakiyeke sabotajê bi ser konvaya leşkerî de kir ku sewqiyata leşkerî dikirn ji bo qada Ertûş’ê ya Çelê ya Colomerg’ê. Di vê çalakiyê de wesayiteke kirpî hat rûxandin. Dîsa hêzên me bi RPG-7'ê, ji nêzîk ve li wesayiteke dî ya kirpiyê xistiye û ew rûxandiye. Leşkerên di herdu wesayitan de bi temamî hatin kûştin lê hijmara wan nayê zanîn. Leşkerên ku bi mebesta mudaxeleyî qadê bikin jî derb xwarin û li vir 8 leşker hatin kuştin.
Di 16'ê Îlonê de saet 08.30'an dema ku qereqola Êrîşê qada Ertûş’ê ya Çelê’yê bombe dikir, hêzên me çalakiyeke siûqastê bi ser leşkerekî de anî ku obûs bi kar dianî û hat kuştin.
Di 14'ê Îlonê de hêzên me bi ser 3 wesayitên 2 kesên ku li gundê Arûş’ê ya Qileban a Şirnex’ê hevkarî bi dewletê re dikirin, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di dema çalakiyê de kesê ku bi çekê nobet li ber wesayitan digirt, hat birîndarkirin.
Di nav çarçoweya şoreşger a Şehîd Arnos de, di 16'ê Îlonê de saet 13.30-14.00 hêzên me bi hawanan êrîş birin ser girê Şehîd Gafur a li qada Oremar’ê ya Gever a Colemerg’ê. Hijmara kûştî û birîndarên vir nehat zelalkirin.
Operasyona artêşa Tirk li mintiqeyên Tuyê, Ahmetbendê, Gelliyê Xumarov û Şikeftanê yên Şemzînan a Colemerg’ê berdewam dikin.
Di 15'ê Îlonê hêzên me saet 15.00'an li ser rêya Şirnex-Bêşebab’ê çalakiya kontrola rê kirin. Hêzên me nasname kontrol kirin û têkildarî pêvajoyê agahdarî kirin.
Di 16'ê Îlonê hêzên me bi ser konvaya leşkerî de li ser rêya Şirnex û Cizîr’ê bi RPG-7'an, saet 21.00'an çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya Kobra derbeke xweş xwar. Hijmara kûştî û birîndarên wan li vir zelal nebûn.
Di 16'ê Îlonê de saet 18.00'An dema ku ji minteqeya Piyax a Licê-Qulpê ya Amed’ê derbas dibûn, kemîna cerdevanan tê dîtin û di navbera hêzên me û cerdevanan de şerekî dem kurt rû dide. Piştî şer yekîneya me bi sax û silamet gihiştine cihê xwe.
Di 16'ê Îlonê de saet 16.00'an li tengava Kozluca ya pulur a Dêrsim’ê hêzên me û artêşa TC'ê li hev rast hatin û şerek qewimi. Bi mebesta mudaxeleyê helîkoptêra bi tîpa Kobra hat û bi çekên navînî helîkopterê hat derbkirin. Têkildarî bûyerê ku agahî hatin wê bi raya giştî re were parvekirin.
Di 29-30'ê Tîrmehê saet 21.00'an bi 6 gerîlayên me re ku li girê Şehîd Hozan a li qada Bînbîr a Geverê ya Colemeger’ê peywira xwe dikirin, têkilî demekê qut bûbûn. Ev yekîneya me ya gerîla û leşkerên TC'ê ketin şerekî dî de. Piştî şerê giran 6 gerîlayên me şehîd bûn.
Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne;
Nasnav: Cesur Mamxuri
Nav û Paşnav: Mazlum Karuman
Cihê Ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk-Bav: Sacîde – Rahmîi
Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg
Nasnav: Dîcle Aso
Nav û Paşnav: Gonul Ozturk
Cihê Ji dayikbûnê: Adana
Navê Dayîk-Bav: Bedriye – Mûstafa
Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg
Nasnav: Kurdistan Roj
Nav û Paşnav: Şehrîban Acet
Cihê Ji dayikbûnê: Şirnex
Navê Dayîk-Bav: Azîme – Selîm
Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg
Nasnav: Med Doz
Nav û Paşnav: Mahsûm Otas
Cihê Ji dayikbûnê: Êlih
Navê Dayîk-Bav: Hanim – Nasrettîn
Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg
Nasnav: Nûman Batman
Nav û Paşnav: Eyup Odûncû
Cihê Ji dayikbûnê: Çlih
Navê Dayîk-Bav: Kadrîye – Alaattîn
Dîroka Şehadetê û Cih: 29’ê Tîrmeha 2016/ Colemêrg
Nasnav: Canfeda Hamza Aydın
Nav û Paşnav: Nazım Yılmaz
Cihê Ji dayikbûnê: Wan
Navê Dayîk-Bav: Sabîha – Nurettîn
Dîroka Şehadetê û Cih: 29 Temmuz 2016 / Colemêrg
17 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG