HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 15’ê Îlonê de artêşa Tirk li gundên Tuyê, Tisê, Dêman û Meleyan ên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kirin. Operasyon heta 19’ê Îlonê dewam kir û bê encam vekişiya.

Di 20’ê Îlonê hêzên me saet 11:00’an de li dijî Qereqola Tepê Çeta ya li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 19’ê Îlonê di saet 15: 30 û 20’ê Îlonê jî di saetên danê nîvroyê de gerîlayên me bi hewanan li dijî leşkerên ku li girê Şehîd Cîhat ê girêdayî navçeya Çelê ya Çolemêrg’ê kom bibûn çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên leşkerên artêşa Tirk nehat zelalkirin.

Di 18 Îlonê de saet 15:30’an de gerîlayên me li dijî pêgerkî keşfê ya bi tîpa Drone ya li derdora Qereqola Şûtê ya girêdayî navçeya Çelê di nava tevgerê de bû, bi çekên ferdî lêxistin û pêgera keşfê xist xwarê.

Di 20’ê Îlonê di saet 10:40’an de gerîlayên me li ser rêya Erzîngan-Erzirom li dijî nuqteya Qereqola Jendermeyan a Avcilari ya girêdayî navçeya Uzumlu ya Erzîngan’ê çalakiyekî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya ku li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep û leşkerên ku li nuqteyê hat lidarxistin; wesayîta zirxî ya Akrep hat îmhakirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakirin nexwşexaneyên Erzîngan’ê.

Di 20’ê Îlonê de gerîlayên me yên YJA-Star’ê di saet 10:00’an de li navçeya Xezo ya Dersim’ê li dijî leşkerên qereqola Amûtka’yê çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di 20’ê Îlonê artêşa Tirk li deverên Kûtûdere û Yolçati ya girêdayî Dersim’ê di saetên şevê de operasyonek dan destpêkirin. Operasyona artêşa Tirk a ku yekîneyên xwe yên veşartî li quntara Zel, quntara Mûnsûrvan û derbenda Rojnek dayî destpêkirin dewam dike.

Di 20’ê Îlonê artêşa Tirk li herêma Veng a Geliyê Mûnzûr’ê operasyonek dan destpêkirin.

21 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG