Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 19'ê Îlonê de saet di 13:30 de, hêzên me li navçeya Qilaban a Şirnex’ê bi çekên ferdî li kepçeyekê xistin ku li ser girê Şehîdan dixebitî. Piştî vê çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê .
Hêzên me di roja 16'ê Îlonê, li herêma Ava Spî ya navbera navçeyên Midyat û Nisêbîn’ê yên Mêrdîn’ê, li dijî stasyona bazê ya Turkcellê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê îmha bû. Piştî vê çalakiyê artêşa TC rêya Midyat-Nisêbîn’ê girt.
Di roja 19'ê Îlonê artêşa TC li herêmên Girê Mîra, Serê Avê û Kirincikê operasyon da destpêkirin û ev operasyon hê jî dewam dike.
Di 19'ê Îlonê de saet di 13:45'an de gerîlayên me li qada Kizilagaç a Çewlik’ê dijî wesayîteke leşkerî ya sivîl ku diçû Mûş’ê, li nêzî gundê Bilêlê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC rê li trafîkê girt.
Hêzên me yên YJA Starê, roja 19'ê Îlonê de saet di 19:30 de, rêya navbera Amed-Çewlik’ê kontrol kirin. Hêzên me nasname kontrol kirin û derbarê pêvajoyê de gel agahdarkirin.
Di 14'ê Îlonê de saet di 22:00 de artêşa TC li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqîn a Amed’ê dest bi operasyonê kir. Operasyon di 17'ê Îlonê de bi rengekî neserketî qediya.
Di 17'ê Îlonê de saet di 19:00 de hêzên me li qada Çiyayê Gireniş ê navçeya Hezo ya Êlih’ê, dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC girtin. Di çalakiya li vir de çawişekî pispor hat kuştin, çawişekî pispor û 3 kontra birîndar bûn.
Di 19'ê Îlonê li herêma navbera navçeya Gimgim a Mûş’ê û navçeya Kanîreş a Çewlik’ê artêşa TC operasyon da destpêkirin. Ev operasyon li bejahiya gundên Baxlo, Karahamza û Pira Abdurrahman dewam dike.
Di 18'ê Îlonê de saet di 00:45'an de gerîlayên me li dijî leşkerên peya yên li ser rêya navbera gundên Bilbes û Guanse yên navçeya Elkê ya Şirnex’ê çalakiya sabotajê lidar xistin. Piştî vê çalakiyê li leşkerên tev digeriyan hat xistin û di encamê de 2 leşkerên din hatin kuştin.
20 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG