HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 21'ê Îlonê de saet di 13:50 de hêzên me bi çekên giran li helîkoptereke bi tîpa Skorsky dan, ku vê helîkopterê leşker datanî tûgaya Çelê.

Vê helîkoptera ku derbên giran xwar, hewl da xwe bigihîne navenda Colemêrg’ê, lê ji ber darbeyên xwarî nekarî xwe deyne û neçar ma li tûgaya Çelê vegere. Dema vegeriya, careke din bi çekên giran derb lê hatin xistin û ji ber gelek bombeyên mij û dûmanê derdixîne, ji herêmê çûye.

Di 22'ê Îlonê de saet di 09:45'an de, hêzên me bi çekên giran li kepçe, kon û wesayîteke zirxî ya artêşa TC xistin, ku li ser girê Şehîd Cahîd ê li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bûn. Gerîlayên me saet di 14:30 de bi hawanan derbên xurt li yekîneyên dagirker ên li vir xistin. Di van çalakiyan de derb li kepçeyê hat xistin û 2 çeper hatin rûxandin. Lê belê hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî ji gir rakir.

Hêzên me di roja 22'ê Îlonê de saet di 16:30 de, li dijî leşkerên li kûleya çavdêriyê ya li Qereqola Komando ya li bajarokê Bajêrgeh a Colemêrg’ê, çalakiya sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di roja 22'ê Îlonê de saet di 14:30 de, hêzên me li leşkerên li qereqola Kertminê ya li navçeya Midyat a Mêrdîn’ê dan. Di encama çalakiya sûîqestê de leşkerek hat kûştin.

Sibeha 20'ê Îlonê, artêşa TC li bejahiya Kula ya li navçeya Qaxizman a Qers’ê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet di navbera 13:00-15:00 de di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Piştî vî şerî artêşa TC bi qedemeyekê xwe vekişand. Helîkopterên bi tîpa Kobra jî li herêmê dan. Di şerê li vir de kuştiyên artêşa TC nehat zelakirin. Artêşa TC heman rojê saet di 18:00 de beşek ji hêzên xwe vekişand. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyonê, kengî bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Di roja 21'ê Îlonê, hêzên me rêya navbera Amed-Hênê kontrol kirin. Bi qasî 2 saetan hêzên me agahî da girseya gel a li ser rê. Ev çalakî bi rengekî koordîneyî hat qedandin.

Di 22'yê Îlonê de saet di 17:00 de, hêzên me li dijî Qereqola Korxê ya li navçeya Licê, saet di 13:00 de li dijî Qereqola Beyaz Çeşme ya li navçeya Pîran a Amed’ê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Hat hînbûn yek ji van leşkeran jî payebilind e, ku perwerde dida leşkeran. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di dema dawî de şehîd bûne, hatin lidarxistin.

Sibeya 22'yê Îlonê, artêşa TC li ser rêya Amed-Çewlik’ê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de lêgerîn li herêmê hat kirin û danê êvarê qediya.

Artêşa Tirk sewqiyata leşkerî li girê Puneyîr û qereqolên Korxê û Bilbilok ên Licê dike. Ev sewqiyat li Karaz û Hênê jî tê kirin. Li van herêman, amadekariya operasyoneke giştî tê kirin.

Êvara 22'yê Îlonê, artêşa TC li qada Pêşî Kevir a Licê dest bi operasyonê kir. Ketin û derketina vê qadê hat girtin. Ev operasyon dewam dike. Agahiyên berfireh ên di vê der barê de wê piştre bên eşkerekirin.

Hevrêyên me Êrîş Gever (Ûmût Elcîk), Ezda Avesta (Sitî Karatay), Rustem Serhat (Selamî Bîlîcî) û Nûjîn Amed (Gulnaz Omayîmîlan) ên ji Wan, Colemêrg, Agirî û Makû tevlî nava têkoşîna PKK'ê bûn, di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de tevlî karwanê şehîdên têkoşîna azadiyê bûn.

Ev hevrêyên me, ku bi felsefeya Apoyî perwerde kirin, bi vê felsefeyê re bawerî vediguhere hişmendiya azadiyê û dilsozî rê li ber nirxên nû vedike, bi fedekariyên mezin di pêvajoya zor û zehmet de li qadên têkoşînê cih girtin. Bi îdîayeke mezin xwedî li hemû wezîfeyan derketin û tevlî kar bûn. Her çar hevalên me ev sekna xwe ya bi biryar li hemû qadan bi coş û moraleke mezin nîşan dan û kedeke mezin dan.

Wan hewl dan xwe bigihînin mezinahiya hevrêyên ku bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bidin ji jiyanê hez dikin û xwestin xwe bigihînin wateya mezinahiya vê nirxê. Jiyan ji bo wan dihat vê wateyê. Em her çar hevalên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, em ê bi biryardarî li erka têkoşînê ya wan radestî me kirine, xwedî derkevin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ne:

eris umut_small

 

 

 

Nasnav: Êrîş Gever
Nav Paşnav: Ûmût Elcîk
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ayşe-Zekî
Dem û Cihê Şehadetê: 13'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg

 

 

ezda siti_small

 

 

 

Nasnav: Ezda Avesta
Nav Paşnav: Sitî Karatay
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Aynûr-Bûrhan
Dem û Cihê Şehadetê: 17'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

nujin gulnaz_small

 

 

 

Nasnav: Nûjîn Amed
Nav Paşnav: Gulnaz Omayîmîlan
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Nena-Temal
Dem û Cihê Şehadetê: 17'ê Îlona 2016 / Colemêrg

 

 

rustem selami_small

 

 

 

Nasnav: Rustem Serhat
Nav Paşnav: Selamî Bîlîcî
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Cevahîr-Medenî
Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2016 / Colemêrg



23 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG