Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Îlonê de artêşa Tirk di saet 03:45’an de li herêma Garisa ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrt’ê bi alîkariya helîkopterên Kobra dest bi operasyonekê kirin. Ev operasyon li gel Dihê, Dihêya Kevin û devera Beşa hemû, Dirêjikê, Ebûbekiran, Şehîd Cûdî , bendera Şehîd Koçer digire nava xwe û dewam kir . Di vê operasyonê de dewleta Tirk hinek ji cerdevanên herêma Êlih’ê û kontra jî beşdar kirin.
Gerîlayên me li dijî vê operasyona ku dewleta Tirk dayî destpêkirin ji bo bîranîna gerîlayên me yên ku şehîd bûne operasyonekî şoreşgerî dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de;
Di 20’ê Îlonê di saet 08:00’an de yekîneyên me li dijî leşkerên ku li devera Girê Şehîd Koçer kontrol dikirin çalakiyek li dar xistin, di vê çalakiyê de leşkerek hat kutşin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di heman şevê de li dijî leşkerên ku li heman benderê kom bibûn çalakiyekî ya serdegirtinê hat lidarxistin. Di encama lêxistina bi awayekî xurt de bi zelalî 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Di 21’ê Îlonê de saet 11:30’an li bendera Ebûbekiran tîmekî gerîlayên me yê YJA-Star li dijî leşkeran çalakiyekî ya sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Di saet 14:30’an gerîlayên me YJA-Star li dijî leşkerên ku Girê Dirêjikan kontrol dikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kutşin û gelek leşer jî birîndar bûn.
Di saet 15:30’an de jî ji aliyê tîma Şehîd Rozerîn ve li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Cûdî çalakiyekî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.
Di 21’ê Îlonê de Tîma Şehîd Azad li Girê Dirêjikê li dijî leşkerên Tirk çalakiyekî ya dizî pêk anîn. Li vî Girî dema ku leşeker direviyan gerîlayan ew kirin hedef û bi xurtî lêxistin. Di encamê de 4 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî hatin birîndarkirin.
Di 22’ê Îlonê di saet 09:00’an de ji aliyê Tîma Şehîd Rozerîn ve li dijî 10 leşekerên ku li Girê Ebûbekiran kom bûn çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya sabotajê de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di saet 08:30’an de yekîneyek leşker dikeve bin kontrola tîmeke gerîlayên me de û di encama lêdanekî xurt de bi zelalî li vir leşkerek hat kuştin.
Di encama operasyona şoreşgerî de bi zelalî 26 leşker hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn. Di tevahiya operasyonê de 8 caran helîkoptera Kobra êrîş li dar xist. Ji ber bomberdûmana helîkopteran li bejahiyê hinek caran jî şewat derket. Di operasyona Şoreşgerî de peywendî bi 2 gerîlayan me re qût bûye.
Di 23’ê Îlonê de saet 11:30’an dema ku komek leşker li Girê Guvenlik ê li devera Herkî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemrêg’ê kom dibûn gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Dîsa bi awayekî xurt li kon û çeperên li gir hatin xistin.
Di 23’ê Îlonê de saet di navbera 19:00 - 23:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk herêmên Mêrgezer’ê û Oremar ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bomberdûman kirin. Her wiha artêşa TC herêma Mêrgezer’ê bi obus û hewana jî bombe kirin. Di 24’ê Îlonê (îro) de saet 07:00’an artêşa Tirk bi alîkariya helîkopterên Skorsky li devera Binsulê ya girêdayî herêma Mêrgezer’ê leşker danîn herêmê û operasyon dan destpêkirin. Operasyon hê jî dewam dike; dema ku têkildarî operasyonê agahî hatin em ê bi raya giştî re parve bikin.
Di 23’yê Îlonê de hêzên me li dijî yekîneyek leşkerî ya li girê Şerefiye ya girêdayî Şirnex’ê çalakiyek li dar xist û leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; di 23’yê Îlonê de saet 17.30’an hêzên me li dijî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Elbak a Wan’ê û Midûriyeta Emniyetê çalakî li dar xistin. Di çalakiya fermandariya jendermeyan de; çepera çeka A-4 û wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî hatin hedefkirin. Di encama lêdanên bi bandor de çepera A-4 îmha bû, 2 leşkerên tê de jî hatin kuştin. Di encama çalakiya li ser wesayîta Kîrpî de jî wesayît li gel 3 leşkerên tê de îmha bû. Li vir avahiya qereqolê jî bi çeka RPG-7 hat hedefkirin.
Hêzên me bi awayekî hemwext berê xwe dan polîsên ku li derdora midûriyeta emniyetê bûn. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên di demên dawî de şehîd bûne hatin lidarxistin.
Di 21’ê Îlonê de artêşa TC li qada gundê Oranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê operasyonek da destpêkirin. Artêşa TC heman demê li gundên derdor jî qedexeya kolanan îlan kir. Di operasyonê de helîkopterek bi tîpa Skorsky li girekî gundê Kêrtwanê leşker danîn. 22’yê Îlonê di danê sibehê de daketin derbenda Çorsin û bi tevlîbûna cerdevanan ve avêtin ser gundên Kêrtwan û Pancasê. Di serdegirtina gundê Kêrtwanê de kesekî ji gel hat binçavkirin. Dîsa wesayîtên zirxî derbenda Hobê girtin û ketin-derketin li gel qedexe kirin. Ev operasyon êvara 22’yê Îlonê bêencam vekişiya.
Meha Tîrmehê li şûna hevalê xwe Rustem Cûdî yê di êrîşên artêşa TC de şehîd bû, me bi xeletî nasnameya hevalê xwe Rustem Serhat (Selamî Bîlîcî) ragihandibû. Ji ber vê xeletiyê me hevalê xwe Rustem Serhat îlan kiribû. Ji ber vê şaşîtiyê em ji malbata xwe ya bi nirx a Bîlîcî û gelê xwe lêborînê dixwazin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Rustem Cûdî
Nav û Paşnav: Polat Serîndere
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Nebahat – Tacettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2016’an / Colemêrg
24 Îlon 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG