HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Operasyona Artêşa TC a di 1'ê Cotmehê de li herêma Garê ya navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê da destpêkirin, bi tevlîbûna cerdevanên Kadana, Feqyan, Xiznê û Xosrovayê, li qadên Kanî Gozkê, Helena, Şavirtê û gundên Garê hat dorfirehkirin.

Di roja 3'ê Cotmehê de  saet di 07:30 de, konvoyeke leşkerî ya ji gelek maşînên zirxî ji navçeya Geverê ya Colemêrg’ê diçû qereqola Oremar’ê. Li dijî vê konvoyê, li Geliyê Dostkî, li cihekî navbera gundên Berdêreşê û Serangilê, hêzên me li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev maşîna zirxî bi temamî rûxiya û 6 leşkerên tê de hatin kûştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê û ji bo demeke kurt operasyon hat meşandin. Di vê operasyonê de artêşa TC kûştî û birîndarên xwe rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me li Mergêzer’ê şehîd bûn, hat lidarxistin.

Di 3'ê Cotmehê, li dijî leşkerên artêşa TC ên li mintiqeya Îkîncî Kopru ya ser bi navçeya Elkê ya Şirnex’ê kontrola rê dikirin, hêzên me bi çekên navîn û ferdî çalakiyek pêk anîn. Li vir 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC kûştî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakir.
Ev du roj in balafirên şer ên artêşa TC bombeyan li herêma Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ya Şirnex’ê dibarînin.

Hêzên me roja 3'ê Cotmehê saet di 11:30 de bi çalakiyeke sabotajê stasyona bazê ya li gundê Verzikê yê navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê rûxandin.

Di roja 3'ê Cotmehê de saet di 15:30 de, li dijî leşkerên li qereqola Bilice ya li navçeya Gexî ya Çewlik’ê gerîlayên me çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin.

Di 2'ê Cotmehê de saet di 19:30 de, gerîlayên me li qereqola Ûçir a li navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê xistin. Piştî vê çalakiya li dijî avahiya qereqolê şer derket û cerdevanên li gundên derdorê jî tevlî vî şerî bûn. Di encama derbên xurt de agir bi qereqolê ket, lê hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Li dijî stasyonên bazê û xeta înternetê yên Vodafone-Turkcell-Avea yên li nêzî qereqolê çalakiya sabotajê hat lidarxistin û di encamê de stasyon rûxiyan. Ev çalakî weke bersivdayîna li operasyona li qadên Apê Mûsa û Şehîd Rojhat hatiye kirin.

Ji saet 19:00 ê 2'ê Cotmehê heta danê nîvro yê 3 Cotmehê, balafirên keşfê li ser qada Pêşi Kevir a li navçeya Licê ya Amed’ê geriyan. 3'ê Cotmehê de saet di navbera 12:00-13:00 de artêşa Tirk bi hawan û helîkopterên bi tîpa Kobra li herêmê xist. Danê êvarê saet di navbera 20:00-21:00 de li cihekî nêzî gundê Mahlê, Kerwas û Sisê, helîkopterên bi tîpa Kobra li sê wesayîtên gundiyan xistin.

Di 20'ê Îlonê li qada Qula ya navçeya Qaxizman a Qers’ê, ji ber operasyona artêşa TC şer qewimî bû. Di vê operasyonê de gerîlayên me yên bi navê Cûdî û Gezmîş bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

Di 24'ê Îlonê li bejahiya gundê Agveren ê navçeya Xozad a Dersîm’ê, di navbera komek ji gerîlayên me û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de me ragihandibû ku gerîlayekî me şehîd bû.

Nasnameyên gerîlayên me bi vî rengî ne:

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Cûdî Sîpan
Nav paşnav: Akîf Ornek
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Yadîgar-Abdulcabbar
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Qers

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Gezmîş Sîpan
Nav paşnav: Denîz Çîçek
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zubeyde-Kazim
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Îlona 2016 / Qers

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Cesûr Serhat
Nav paşnav: Hatîp Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Medîne-Yilmaz
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Îlona 2016 / Dersîm

 

 

4 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG