Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 2’yê Cotmehê de saet 09.20’an gerîlayên me li dijî leşkerên ku hewl didan ji qereqola Êrîş ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê qada Ertûşê bide ber obusan, bi çekên giran çalakî li dar xistin .
Di 1’ê Cotmehê de saet 13.00-16.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li girê Şehîd Ronahî yê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê xwe bi cih kiribûn bi hewanan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin. Dîsa hêzên me bi awayekî hemwext bi hewanan leşkerên ku xwe li derdora Şehîd Gafûr ê girêdayî qada Oremar’ê bi cih kiribûn bombe kirin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehatin zelalkirin.
Artêşa TC operasyona ku li qada Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê dabû destpêkirin, di 1’ê Cotmehê de vekişand.
Di 3’ê Cotmehê (îro) de saet 06.00’an artêşa TC bi helîkopterên Kobra li gundên Katûna û Meleyan ê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê dan. Bi awayekî hemwext jî bi helîkopterên Skorsky leşker danîn.
Di 30’ê Îlonê li qada Sêrtê hevalê me Azad û Dilsoz, 26’ê Îlonê li qada Mergêzerê jî hevalên me Şervan û Demhat dema operasyonên artêşa TC de bi şer şehîd bûn.
Nasnameyên gerîlayên me wiha ne;
Nasnav: Azad
Nav û Paşnav: Azad Donmez
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Salîha – Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Sêrt
Nasnav: Dilsoz Herekol
Nav û Paşnav: Menderes Sevînç
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Kûmrû – Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Sêrt
Nasnav: Şervan Agît
Nav û Paşnav: Hasan Yaşa
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Hatûn – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg
Nasnav: Demhat Azad
Nav û Paşnav: Firat Çiga
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Ayşe – Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Îlona 2016’an / Colemêrg
3 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG