HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Roja 6’ê Cotmehê di saet 10:15’an de gerîlayan li dijî qereqola Dilezê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyekî ya hewana li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin , 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê qereqola Dilezê derdora xwe bi çekên giran gule reşandin û welatiyek ji gundê Dilezê birîndar bû. Her wiha artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi alîkariya helîkopterên Kobra bi helîkopterên Skosky ji herêmê rakirin.

Van 3 rojên dawiyê li Girê Şehîd Colemerg ê Çelê ya Colemerg’ê di navbera artêşa TC’ê û hêzên me de şerekî giran heye.  Di 6’ê Cotmehê de saet di navbera 09.00-10.00’an hêzê me êrîş biriy ser leşkerên artêşa Tirk li derdora Girê Şehîd Colemerg û hêzên me bi serkefî li çeperekî xistin û 6 leşker kuştin. Li vir gerîlayekî me bi lehengî şerê xwe kir û şehîd bû. Hêzên me dîsa piştî nîvro bi çekên ferdî êrîş birin ser leşkerên li heman girî û 3 leşker kuştin. Herwiha derbeke serketî li helîkoptêra Skorskyê hat xistin ku dixwest leşkeran daxîne û bêyî bikaribe leşkeran daxîne neçar ma ku paş ve vegere.

Di 7’ê Cotmehê de saet 00.00’an artêşa TC’ê bi balafirên şer, obus û hawan û tangan li girê Havanê xist. Li ser vê hêzên me bi ser Girê Şehîd Colemerg de êrîşek pêk anin. Li vir hêzên me bi ser 7 cenazeyan de çûye. Berê sibehê hêzên me dîsa bi ser gir de çûn û li vir 4 leşkerên din jî kuştin. Şerê di navbera me û artêşa Tirk de hê jî berdewam e, artêşa TC’ê bi balafir, obês, hawan û tangan li qadên Dola Mêrganiş, Kala Mêrganiş, Kala Petrotê û li girê Havanê dixe.

Di çalakiyan de bi temamî 20 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Di 7’ê Cotmehê hêzên me saet 09.20’an êrîşek bi ser qereqola Êrîş a girêdayî Çelê’yê, di vê êrîşa siûqastî de leşkerek hat kuştin.

Di 6’ê Cotmehê de saet 12.00-14.00’an dema qereqola Êrîş’ê bi obês û hawanan qada Ertûş’ê bombe dikir hêzên me li leşkeran xist. Piştî çalakiya hêzên me bombekirina rawestiya.

Di 5’ê Cotmehê de saet 19.00’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser stesyoneke bazê de ya li bajaroka Balyan a girêdayî Semsûr’ê, çalakiyeke sabotajê pêk anin û stesyona bazê hat îmhakirin. Her wiha di 4’ê Cotmehê de operasyona TC’ê ku li qada Kawî ya Semsûr’ê destpêkirî  di 5’ê Cotmehê bêyî ku encamê bistîne vekişiya.

Di 6’ê Cotmehê artêşa TC’ê li qadên Aşkîta, Karxpula, Înganî ya Başkale ya Wan’ê operasyon da destpêkirin.

Di 1’ê Cotmehê artêşa TC’ê li navbera Hênê û Dîcle ya Amed’ê operasyon da destpêkirin, ev operasyona bêencam, di 5’ê Cotmehê bi dawî bû.

Di 7’ê Cotmehê de saet 02.00’an bi ser kozikekê de ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê rê kontrol dikir çalekiyek hat lidarxistin û kozika leşkeran hat rûxandin.

Di 6’ê Cotmehê de saet 19.30-22.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê li girên Hîva, Şehîd Munzur, Şehîd Serxwebûn û Savaş ên herêma Qendîl’ê ya Herêmên Parastinê yên Medya xistin û saet 19.00-19.20’an gundê derdora Golka ji a li herêma Metîna xistin. Piştî bombeyan rez û baxçeyên li derdora gund ziyan li wan bû.

Di navbera 25-30’ê Îlonê de li qada Parastina Medya hevrêyên me Azad, Cesûr, Rustem şehîd bûn û 29’ê Tebaxê jî li qada Kela Memê hevrêyê me Sîpan ku diçû ser peywira xwe  di 30’ê Tebaxê rastî hêzên dagirker hatiye, ketiye şerekî mecbûrî û li vir şehîd bû.

Nasnameya gerîlayên me wiha ne:

Nasnav: Azad Amanos
Nav û Paşnav: Abdulmutalîp Karataş
Cihê Jidayîkbûnê: Wan
Navê Dayîk-Bav: Sariye – Teymûr
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016

Nasnav: Cesûr Rıha
Nav û Paşnav: Ercan Altûn
Cihê Jidayîkbûnê: Riha
Navê Dayîk-Bav: Melîha – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016

Nasnav: Rustem Serhat
Nav û Paşnav: Selamî Bîlîcî
Cihê Jidayîkbûnê: Wan
Navê Dayîk-Bav: Cevahîr – Medenî
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016

 

Nasnav:  Sîpan Asmîn
Nav û Paşnav: Rizgar Kemali
Cihê Jidayîkbûnê: Xoy
Navê Dayîk-Bav: Temara – Mîkaîl
Cih û Dîroka Şehadetê:  30 Tebax 2016 / Şirnex

7 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG