Ji Gellême û Raya Giştî Re!
Li navçeya Çelê ya Colemerg’ê, artêşa TC li qada Ertûşê di 30'ê Tebaxê de operasyoneke mezin dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de li derdora Keleha Ertûşê, girê Şehîd Neval û Şehîd Cîhad şerekî giran qewimî . Di vî şerî de ku roj bi roj giran dibû, balafirên şer bi ser van giran de û bi ser tevahiya qadê de bênavber bombe barandin. Li dijî vê operasyona ku teknîka herî pêşketî ya leşkerî hate bikaranîn, ji bo hin deverên vê qadê werin bidestxistin, hêzên me yên gerîla bi lehengî li ber xwe dan.
Di 2'ê Îlonê girên Şehîd Newal û Şehîd Cîhad bi hawan, top û obêsan hatin bombekirin. Li van giran di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên artêşa TC de şerekî ji nêzîk ve û tund qewimî. Gelek caran leşkerên ku xwestin têkevin van qadê piştî ku bi dehan kûştî dan neçar man ku vekişin. Di 3'ê Îlonê li derdora girên Şehîd Cîhad, Şehîd Colemerg, Çeko û derdora Keleha Ertûşê di encama çalakiyên gerîlayên me de zêdeyî 40 leşker hatin kuştin û gelek jê birîndar bûn.
Li van qadan artêşa TC ku li hemberî berxwedanê bi çekên teknîk dixwest bi ser bikeve û bombebaran dida dewamkirin, girên ku tê de têk çûyî, cenazeyên leşkerên ku ji nedîtî ve hat û bi zanebûn bombekirin berdewam kir.
Di vî şerê berxwedanê de yê li herêmê ku hê jî berdewam e, bi sedan leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jê birîndar bûn. Di encama şer û bombebarana giran de hevreyên me ji bo ku qadên azad bi dest dijmin ve bernedin xwe kirine çeper û bi lehengî şehîd bûn. Artêşa ku qet hêza wê ya şer nemayî, teknîka leşkerî ya ku hêviya xwe pê ve girêdayî jî li çiyayê Kurdistanê têk çûye.
Dema ku em vî şerî û agahiyên 12 hevrêyên xwe ku şayanî berxwedana bi debdebe temsîl kirine ragihînin, divê hemû Kurdistanî bizanibin ku berxwedana ku nîşan dane bûye destan. Wan dema ku di parastina mewzî, girekî de bûn, ji bo her bihosta xaka Kurdistanê biparêzin, bi baweriya ku divê azadî bi berdêlên mezin were nivîsîn, pêdiviyên ruhê fedayî bi cih anîne. Wan derbên ku dijmin şeht bikin li dijmin xistin û tevlî nav karwanê şehîdan bûn.
Nasnameyên gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Argeş Piro
Nav paşnav: Osman Ozoglû
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Omeriye – Alî Rıza
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Nasnav: Havîn Evîn
Nav paşnav: Şehrîban Aydemîr
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Zeynep – Deham
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Nasnav: Hevîdar Devrîm
Nav paşnav: Faîze Esedî
Cihê ji dayikbûnê: Selmas
Dayik-Bav: Nazîme – Cemal
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 3’ê Îlona 2016
Nasnav: Nuda Kurdistan
Nav paşnav: Guneş Goren
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Kûdret – Alî
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 4’ê Îlona 2016
Nasnav: Pîro Pasûr
Nav paşnav: Şebap Bayram
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Unzîle – Suphan
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 7’ê Îlona 2016
Nasnav: Renas Amed
Nav paşnav: Onûr Canbey
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nesîbe – Alî
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Nasnav: Rojevîn Koçer
Nav paşnav: Dîcle Ter
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Nevzete – Kerem
Cih û dema şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Nasnav: Rubar Ronî Kobanî
Nav û Paşnav: Abdullah Tamyer
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk- Bav: Saniye – Yûsûf
Nasnav: Sozdar Şevîış
Nav û Paşnav: Beybîn Yoksîl
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk- Bav: Hanim – Halît
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 2’yê Îlonê 2016
Nasnav: Tekoşer Dilgeş
Nav û Paşnav: Enes Mete
Cihê Jidayîkbûnê: Mûş
Navê Dayîk- Bav: Garîban – Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Nasnav : Tekoşîn Silopî
Nav û Paşnav: Ozlem Kaplan
Cihê Jidayîkbûnê: Mêrsîn
Navê Dayîk- Bav: Salîha – Lezgîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 1’yê Îlona 2016
Nasnav : Zana Botan
Nav û Paşnav İsmail Elçi
Cihê Jidayîkbûnê: Şirnex
Navê Dayîk- Bav: Hatîce – Saît
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 30’ê Tebax– 6’ê Îlon 2016
Gerîlayên me yên ku gihiştîn kerwanên şehîdên azadiya Kurdistanê hevriyên me Argeş (Osman Ozoglû), Havîn (Şehrîban Aydemîr), Hevîdar (Faîze Esedî), Nuda (Guneş Goren), Pîro (Şebap Bayram), Renas (Onûr Canbey), Rojevîn (Dîcle Ter), Rûbar (Abdullah Tamyer), Sozdar (Beybîn Yoksûl), Tekoşer (Enes Mete), Têkoşîn (Ozlem Kaplan) ve Zana (ÎsmaÎl Elçî) bi sekna sirûda Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a demê gihiştin şehadetê. Em soza şopandina rêya 12 hevriyên xwe didin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin.”
9 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG