HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî faşîzma AKP’ê ya ku li Kurdistanê her cure sûcên mirovahiyê pêk tîne û qetlîaman dike, li dijî zilma li ser gelê me û  zarokên wê yên bi nirx, tîmek me çalakiye bersivdayinê li dar xist .

Detayên çalakiyên di vê çarçoveyê de bi pêş ketine wiha ne;

Di 10’ê Cotmehê de saet 12.10’an hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 11’ê Cotmehê (îro) de saet 09.00’an hêzên me li dijî komek leşkeran ku li Girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê di nav tevgerê de bûn, çalakî li dar xistin û şer qewimî. Şer hê jî li vir dewam dike.

Di 10’ê Cotmehê de saet 14.00-21.00’an qada Xeregolê ji hêla qereqolên girêdayî Çelê hat bomberdûmankirin. Heman rojê saet navbera 19.30-21.00’an balafirên şer qada Qela Bêdê bombe kirin.

Di 11’ê Cotmehê de saet 02.00’an hêzên me li qada Geliyê Masîro ya girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê, TIR’ên ku ji qereqolan re sotemenî dikşandin û her yek 20 tonan giran bûn rawestandin û şewitandin. Gerîlayên me piştî ajokar hişyar kirin, ew berdan.

Di 9’ê Cotmehê de saet 16.30’an hêzên me li dijî yekîneyek leşkerî ya li girê Şuxa ya li qada Garisa ya Sêrt’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 10’ê Cotmehê de saet 17.00’an li gundê Çemanê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê, hêzên me Ahmet Adiyaman ê bi nasnav Cergo ceza kirin. Ev şexsê bi navê Ahmet Adiyaman di şehadeta mirovên me yên welatparêz û hevalên me de xwedî rol e, di heman demê de hevkariya dewletê dike.

Di 10’ê Cotmehê de saet 23.00’an tîmek me li navçeya Pîran a Amed’ê Serokê AKP’ê yê Navçeya Pîran’ê Deryan Aktert ceza kirin. Ev ûnsur di planên qetlîam û qirkirinê de ku dewleta AKP’a faşîst li dijî gelê me pêk anîn, yekser cih girtiye û bi sîxurtiyê ve jî her cure rola qirêj li xwe girtiye.

Di 10’ê Cotmehê de danê êvarî, hêzên me li qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amed’ê yekîneyek veşartî xistin bin kontrola xwe. Dema detayên çalakiyê hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin. Piştî çalakiyê artêşê TC li qadê dest bi operasyonekê kiriye.

11 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG