HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Gellême û Raya Giştî re!

Ji 5'ê Cotmehê û pê ve artêşa Tirk li girê Şehîd Colemêrg ê ser bi navçeya Çelê ya Colemêrg’ê û derdora wê, ji bo sînor derbas bike, dest bi operasyoneke berfireh ki r. Hêzên me yên gerîla, ji bo her şêwe planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pûç bikin, berxwedaneke mezin nîşan dan, derbên giran li artêşa Tirk xistin û nehiştin artêşa Tirk bi pêş ve biçe.

Şerê ku tevahiya rojê qewimî heta 6'ê Cotmehê dewam kir. Di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de gelek leşker hatin kuştin. Di 7 û 8'ê Cotmehê de li girên Havan û Koordîne şer qewimî û hêzên me yên însiyatîfa şer xistin destê xwe, çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê de bi dehan leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Helîkopterên hewl dan leşkeran deynin herêmê, derb xwarin. Di nava çar rojan de ji artêşa Tirk bi qasî 80 leşker hatin kuştin.

Medya şerê taybet bi nûçeyên derewîn îdîa dike ku li vê herêmê di şer de bi qasî 400 gerîlayên me hatine bêbandor kirin û bi van nûçeyan derewîn hewl dide raya giştî bixapîne û nîşan bide ku operasyoneke serketî hatiye meşandin. Halbûkî em encamên vê, roj bi roj bi daxuyaniyan radigihînin û hevalên me yên şehîd bûne, eşkere dikin. Ji dewleta Tirk heye ku bi veşartina hejmara mezin a kuştiyên xwe, dikare encamên şer û rewşa xwe ya binketî ji civakê veşêre. Tevî ku em bi daxuyaniyan hejmara rastî ya kuştiyên artêşa Tirk eşkere dikin, di daxuyaniya îro de em nasnameyên hevalên xwe yên di vê berxwedanê de şehîd bûne, radigihînin.

Fermandar Serhat ku pêşengî ji vî şerê berxwedana mezin re pêşengî dikir, tevî êrîşên giran ên ji hewayî û bejahî yên bi teknîkê, nehişt ku artêşa Tirk bi gavekê jî bi pêş ve biçe û sekna milîtanî ya Apoyî nîşan da. Hevalê Şervan ê bi sekneke fedayî heta fîşeka xwe ya dawî dest ji çepera xwe berneda û li dijî dijmin şer kir, bi dehan hevalên xwe rizgar kir û gihîşt şehadetê. Em hevrêyên xwe Baran, Amara, Ezda, Şergeş û Şîlan ên tevî hevalên Serhat û Şervan di vê berxwedana mezin de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wîha ne:

amara kubra-small

 

 

 

Nasnav: Amara Zîlan
Nav paşnav: Kubra Acar
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Îpek-Seyîthan
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

baran ferit_small

 

 

 

Nasnav: Baran Serhat
Nav paşnav: Ferît Bozkûrt
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Guzer-Ziyadîn
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

ezda hazal_small

 

 

 

Nasnav: Ezda Baran
Nav paşnav: Hazal Kanmaz
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Yurdagul-Remzî
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

 

 

 

 

serhad serhad_small

 

 

 

Nasnav: Serhat
Nav paşnav: Serhat Guneş
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gulbeyaz-M.Vahît
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 


serges kubra_small

 

 

 

Nasnav: Şergeş Cûdî
Nav paşnav: Kubra Bîlen
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nadirşah-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

servan baris_small 1

 

 

 

Nasnav: Şervan Samsûn
Nav paşnav: Bariş Can
Cihê ji dayikbûnê: Samsûn
Dayik-Bav: Nîhayet-Hayrî
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

silan eylem_small

 

 

 

Nasnav: Şîlan Başkale
Nav paşnav: Eylem Çakar
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Melîke-Saît
Dem û cihê şehadetê: 5-8'ê Cotmeha 2016 / Colemêrg

 

 

Hevalê Serhat ê di sala 1997'an de tevlî nava refên têkoşînê bû, demeke dirêj li nava refên têkoşîna azadiyê ked û hewldaneke mezin nîşan da, bi moral, motîvasyon, danehevî û pêşengiya xwe, li her qadê rê li ber pêşketinê vekir. Bi têkoşîna xwe ya li nava refên gerîla, her tim nûbûn û serketin esas girt. Mîna hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên îsal ên li herêma Zagrosê, bi lehengî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, têkçûn qebûl nekir. Hevalê Serhat taybetmendiyên berxwedêriyê yên gerîla ê Kurdistanê û hêviyên azadiyê ji xwe re kir pîvana jiyanê. Bi sekna xwe ya lehengî îspat kir ku zîhniyeta qetlîamker a faşîst nikare bi ser bikeve. Tevî heft hevalên xwe, careke din li Zagrosan canê xwe kirin sîper û taybetmendiya têkneçûnê ya tevgera me nîşanî dijmin da û tevlî karwanê şehîdan bûn.

14 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG