Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Cotmehê de saet 11:30’an de gerîlayên me li dijî leşkerên ku ber girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemrêg’ê ve diçûn ji 2 baskan ve çalakiyekî bi bondor li dar xistin . Di vê çalakiyê de 2 leşeker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm bi obus û hewanan bombe kir.
Di 14’ê Cotmehê de gerîlayên me di saet 18:30’an de li dijî 2 çeperên nîzamiyeyê yên tîmên taybet ku di ketina navçeya Çelê a Colemrêg’ê de çalakiya dîzî li dar xistin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî û bombeyan di navberkî nêzîk de hat lidarxisitin de windahiyên artêşa Tirk hene lê têkildarî jimaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di 15’ê Cothemê de gerîlayên me yên YJA-Starê di saet 13:00’an de li dijî Girê Qereqolê yê girêdayî navçeya Çelê bi çekên navîn çalakiye li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Roja 15’ê Cotmehê di saet 11:30’an de dema ku wesayîtekî zirxî, kepçeyek û komek leşker li girê Qereqola Çete ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnex’ê dihat danîn, gerîlayên me yên YJA-Star bi çekên giran çalakiyek li dijî wan li dar xist. Her wiha di vê çalakiyê de jî jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelakirin.
Di 14’ê Cotmehê artêşa Tirk di saet 20:00’an de li gundên Govikê, Dêr, Karaxpûla, Karabîlay û Aşkîta yên girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê operasyonek dan destpê kirin. Ev operasyon 15’ê Cotmehê di danê nîvro bê ku encamekê bigire paşve vekişiya.
Di 11’ê Cotmehê de artêşa Tirk a ku li herma Şehîrban a Şirnex’ê operasyona ku dabû destpêkirin piştî 3 rojan ango 14’ê Cotmehê bê encama vekişiya. Têkildarî detayên operasyonê wê agahiyên berfireh piştre bên parvekirin.
Di 11’ê Cotmehê de artêşa Tirk li herêma Ûranîs a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê operasyonek dabû destpê kirin. Ev herêm di navbera rojên 11-15’ê Cotmehê de ji aliyê balafirên şer, helîkopterên Kobra û obusan hat bombekirin, piştî bombekirinê ji helîkopteran leşker hatin danîn herêmê. 14’ê Cothemê di saet 08:00’an de hêzên me yên gerîla yekîneyekî operasyonê kir hedef û lêxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek ji hat birîndarkirin. Operasyona ku hatî destpê kirin hê jî dewam dike.
Di meha Îlonê de li herêma Zagrosê dema ku hevriya me Nûpelda Goyî (Eylem Kaya) diçû ser erka xwe şehîd dikeve.
Nasnameya gerîlaya me wiha ye:
Nasnav: Nûpelda Goyî
Nav û Paşnav: Eylem Kaya
Cihê Jidayîkbûnê: Dihok
Navê Dayîk û Bav: Fatma- Mûhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: Îlon 2016 / Colemêrg
16 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG