Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 14’ê Cotmehê de saet 06.30’an li Şemzînan a Colemerg’ê nêzî 30 leşker dema ku ber bi cihê asayişê yê di navbera alaya Garê û tesîsa masiyan ve diçû hêzên me yên Gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 4 leşker hatibûn birîndarkirin. Li gorî agahiyên berdest 4 leşkerên birîndar jî mirine.
Di 14’ê Cotmehê, sibehê û 15’ê Cotmehê (îro) saet 09.30’an hêzên me yên Gerîla bi ser leşkerên li girê Koordîne yê Çelê ya Colemerg’ê çalakiyeke segvanî pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Di 14’ê Cotmehê de saet 11.30’an hêzên me yên gerîla li nêzî gundê Şiltan Şêxmûs a li ser rêya Amed-Mêrdîn’ê çalakiyeke sabotajê bi ser konvoya leşkerî de pêk anîn, di vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya Kobra hat rûxandin, 4 leşker hatin kuştin û 3 jê birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd bûn ku di operasyoneke TC’ê de li Stewrê ya Mêrdîn’ê şehîd bûbûn.
Di 11’ê Cotmehê de saet 00.00’an bi ser Tepê Şehîdan û Sirtê Şehîd Xemgîn ên li qadên Bagokê ya Mêrdîn’ê de operasyon daye destpêkirin û 12’ê Cotmehê berêvarî ev operasyon bêencam bi dawî bûye.
Di 13’ê Cotmehê de artêşa TC’ê li gundê Setkarê ya Elkê ya Şirnex’ê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê dema ku leşker û kontra li girekî bi cih dibûn hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî wan pêk anî û di encamê de 2 leşker û kontrayek hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyeke dijmin li herêmê bi cih bû. Hêzên me bi çekên ferdî êrîş birin ser wan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 kontra birîndar bûn. 14’ê Cotmehê artêşa TC’ê saet 17.00’an bêencam ji qadê vekişiyan.
Di nav çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de, hêzên me yên gerîla di 14’ê Cotmehê de saet 03.00’an bi ser panzereke zirxî ya di konvoyê de, li gundê Taxikê ya Elbak a Wan’ê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vir panzêrek hat rûxandin û 8 leşker hatin kuştin. Wesayiteke bi tîpa Redo derb xwar. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê operasyon da destpêkirin, kûştî û birîndarên xwe bi wesayitên zirxî kişandin Elbak’ê. Ev çalakî bersivek bû ji bo operasyona li Çelê hatibû destpêkirin.
Di 14’ê Cotmehê de artêşa TC’ê saet 20.00’an li gundên Aşkîka, Karabîlaya, Karaxpula, Dêr û Govikê ya Elbak’ê operasyon dane destpêkirin. Têkildarî operasyonê ku agahî gihiştin ber destê me, em ê raya giştî agahdar bikin.
Bi ser mekîneyên ku di karê rêçêkirinê de, di navbera gundên Elemûn û Arûş a Qileban a Şirnex’ê de dixebitîn gerîlayên me di 13’ê Cotmehê de saet 21.00’an çalakiyek li dar xistin û 3 ji van mekîneyan hatin şewitandin.
Di 9’ê Cotmehê de artêşa TC’ê li qada Şehîd Baran a Farqîn’ê ya Amed’ê operasyonek dabû destpêkirin. Di 10’ê Cotmehê de gerîlayên me li nêzî gundê Dêrika Mixûrê bi çekên ferdî ji nêz ve li dijmin xistin. Di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn. Operasyon hê jî berdewam dike.
Hêzên me yên gerîla di nav çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, di 14’ê Cotmehê de saet 06.10’an bi ser qereqola Milika a Qulp a Amed’ê ji çar baskan ve êrîş kirin. Baskê yekem û duyem yê çalakiyê bi çekên navîn û siûqastê li avahiya qereqolê, nizamiyê xistin. Baskê sêyan ê çalakiyê jî bi RPG-7’an li kûle, çeper û nizamiyeyê xistin. Li vir 3 mewzî hatin tinekirin û 4 leşker hatin kuştin. Baskê çaran ê çalakiyê jî bi ser çeperek, kulubeyekê û bi ser bînahiya qereqolê de êrîş kirin, mewziyek hat tinekirin û 2 leşker hatin kuştin. Her wiha 1 leşker jî yê ku di mewziya çeka giran A-4’ê de bû bi suîqastê hat kuştin. Ev çalakî bersivek bû ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo.
Di 14’ê Cotmehê de artêşa TC’ê li gundên Firdews, Fîs, Huseynik ên girêdayî Licê ya Amed’ê operasyon da destpêkirin. Di vê operasyonê de artêşa TC’ê gundiyên welatparêz binçav kirin. Operasyon heman şevê bi dawî bû.
Di 14’ê Cotmehê de hêzên me yên gerîla bi ser qereqaola Setir a navçeya Yayladere ya Çewlik’ê de çalakiyek pêk anîn. Di vê çalikiyê de tangek hat derbkirin. Hêjmara kuştî û birîndaran zelal nebû.
Artêşa TC’ê li derdora gundên Çakirkaya, Dereboyu, Saglamtaş a Pulumur a Dêrsim’ê, û li sirtên Şehîd Amed kemîne datîne.
Di 14’ê Cotmehê berê sibehê de artêşa TC’ê li qada Tohdax a girêdayî Dortyol a Hetay’ê operasyonek da destpêkirin. Saet 12.00’an di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC’ê de şer derket. Heman rojên çalakiye bi ser yekîneyeke dijmin de hat kirin, saet 16.30’an û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.
15 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG