Ji Çapamenî û Raya Giştî re!
1. Li 29'ê Mijdarê hêzên me li hemberî leşkerên Girê Koordîne ya girêdayî navçeya Çelê a Colemergê bi havanan çalakîyekî li dar xistin. Li vir hêjmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.
- Li 29'ê Mijdarê saet 10.30'an de hêzên me li hemberî leşkerên Girê Koordîne çalakîyekî sekvanî li dar xistin. Di vê çalakîyê de leşkerekî hat kuştin.
- Li 30'ê Mijdarê piştê nîvro seat 13.00'an de gerîllayên me li hemberî sengerên Girê Koordîne, bi çekên giran çalakîyekî bi bandor li dar xistin. Encamê vê çalakîyê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê leşkerên ku li sengerên nêz bi cîh bûbûn, bi obûs û havanan heremê bombebaran kirin.
- Li 30'ê Mijdarê saet 09.00’ an de artêşa Tirk bi konvoyekî nêzî 40 vesayîtên leşkerî pêk tê ji Girê Ş.Cahît a girêdayî Çelê, ber bi gundê Ertuşê ve hat û bi cîh bû. Beşekî mezin a vê konvoyê derbasî Girê Elîşêr bûn.
2. Operasyona ku artêşa Tirk li herêma Zerzan a girêdayî navçeya Colemerg Şemzînan dabû destpêkirin li 28'ê Mijdarê bêencam paşve kişiya.
1 Kanun 2016
Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG