Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re!
Em ji bo wefata Şukrî Zeynedîn ku ji gundê Banisra a girêdayî nahiyeya Şeladizê a Duhokê bû û xebatkara televîzyona KNN bû, pir xemgîn in.
Şukrî Zeynedîn mirovekî welatparêz û fedakar bû û tu caran ji nuçegihaniya rast tawîz nedida. Ji ber nûçeyên ku li hemberî habûna artêşa Tirk a li Başurê Kurdistanê çêkiribû gelek caran hatibû tehdît kirin . Em êşa malbata wî parve dikin û ji malbata wî ya hêja re sersaxiyê dixwazin.
2 Kanun 2016
Fermandariya Sahaya Zagrosê a HPG