Ji çapemenî û Raya Giştî re!
Hêzên me yên gerîla herêmên Avaşîn û Zapê veguherandine qadên berxwedanê û derbên giran li dagirkeran dixin.
Çalakiyên ku şêwazê şerê tevgerî yê gerîla bi bandor hatiye aktîfkirin, taktîka şerê gerîla yê bi koordîne bi hostayî hatiye meşandin û hêzên me gelek taktîkên di nava hev de û bi bandor bi awayekî jêhatî bikar anîne. Hêzên me yên ku bi tîmên xwe yên tevgerî yên gerîla li qadên berxwedanê însiyatîf û kontrolê di destê xwe de digirin û li dijî dagirkeran êrîş li ser êrîşan pêk tînin.
Di van çalakiyên ku tê de tu windahiyên me çênebûn û bi ruhekî êrîşê yê bilind hatin lidarxistin de 29 dagirker hatin cezakirin, 10 dagirker birîndar bûn, 2 helîkopterên êrîşê û helîkopterek bi tîpa Skorsky hate derbkirin û 1 dronek hate xistin.
Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
1. Li Herêma Avaşînê;
– Di 22’ê Avrêlê de dagirkerên ku dixwestin ber bi Qada Berxwedana ya Werxelê ve bi pêş ve biçin, destkêkê ji aliyê tîmên me yên gerîla ve hatin kontrolkirin. Heman rojê saet 10.00’an de ji çar aliyan ve êrîş li dagirkeran hatiye kirin û bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîlayan lê hatiye xistin. Tîma çalakiyê ya yekem; bi bombeyan li dagirkeran xistin. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin û 1 dagirker jî birîndar bû. Tîma duyemîn ê çalakiyê; Komek ji dagirkeran bi çekên giran hedef girtin. Di encama derbeyan de hin dagirker birîndar bûn, yên din jî ketine nava panîkê û li qadê belav bûne. Tîma sêyemîn ê çalakiyê; bi taktîka sûîqestê li dagirkerên birîndar xistin û 4 dagirker ceza kirin. Tîma çaremîn çalakiyê jî; hêzên ku parastina dagirkeran dikirin hedef girt û 1 dagirkerê ku çeka BKC bikardianî ceza kir. Di heman demê de 1 drona jî li herêmê hate xistin.
Di encama vê çalakiya bi bandor a tîmên me yên tevgerî yên ku bi gelek taktîkên gerîla di nava hev de bikartîne ve hatiye lidarxistin de 7 dagirker hatine cezakirin, 1 dagirker birîndar bûye û dron hatiye rûxandin. Cenazeyên dagirkerên li vê herêmê hatin cezakirin heta saet 12:30’an di bin kontrola hêzên me de man. Di saet 13.30’an de piştî ku dagirkeran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê qad bi dijwarî bombardûman kir, bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên kuştî û birîndar rakirin.
– Dagirkeran 22’ê Avrêlê saet 09.00-16.00’an bi çekên giran û gazên jehrî êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê kirin. Saet 16:30’an Qada Berxwedana ya Werxelê bi balafirên şer bênavber bombardûman kirin.
2. Li Herêma Zapê:
– Di 22’ê Avrêlê saet 07:10’an de dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Cûdî ya li Qada Berxwedana ya Karker ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin û 1 dagirkerê ku di destê wî de dedektor heye hate cezakirin. Heman rojê saet 10.40’an de jî dagirkerên ku xwestine cenazeyên dagirkerên ku hatine kuştin bigirin, bi çekên ferdî hatine gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin û 1 jî birîndar bû. Cenazeyên dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne û di navbera hêzên me û dagirkeran de şer û pevçûn didomin.
– Di 22’ê Avrêlê saet 10.30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran hatin hedef girtin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Di 22’ê Avrêlê de dagirkerên li herêma Girê Ortê bi çekên giran hatin hedefgirtin û bi awayekî dijwar hate lêdan. Li vir hêjmara dagirkerên hatin cezakirin nehat zelalkirin.
– Di 22’ê Avrêlê danê sibê de, dagirkerên ku dixwestin xwe bigihînin çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, bi çekên ferdî û navîn ên otomatîk hedef hatin girtin. 4 ji dagirkerên ku derbên giran li wan hate xistin, hatin cezakirin. Di vê navberê de, dagirkerên ku xwestin bi daxistinê bi cih bibin jî hatin hedefgirtin û gulebaran kirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di saet 09:30’an de jî dagirkerên ku xwestin xwe nêzî çeperên şer ên Şehîd Hewre bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û gulebaran kirin. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkeran. Dagirkerên ku di saetên piştre de dîsa ketin tevgerê, dîsa bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Hate diyarkirin ku li vir 3 dagirker hatine cezakirin, 6 dagirker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ku 12 dagirker hatin cezakirin û 6 jî birîndar bûn, dagirker gavekê paşde vekişiyan.
– Di 22’ê Avrêlê saet 10:10’an de dagirkeran bi helîkopteran leşkerên xwe yên cezakirî û birîndar ji Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn rakirin. Di saet 14.00’an de dagirkerên ku xwestin li herêmê bi cih bibin, bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin. Saet 14:10 de komeke dagirker bi taktîkên sabotajê hatin lêdan û 3 dagirker hatin cezakirin. Di heman çalakiyê de hêzên me komeke din a dagirker jî bi çekan hedef girtin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di saet 15:30’an de helîkopterên ku dixwestin li çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dakevin, hedef hatin girtin. Di encama van derbeyan de 1 helîkoptera Skorsky hate derbkirin û neçar ma ku ji qadê dûr bikeve. Koma dagirker a ku li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn hat cem hev, bi çekên ferdî hate hedefgirtin û li vir 2 dagirker birîndar bûn. Saet di 15:30’an de helîkopterên Skorsky ku dixwestin bi desteka helîkopterên êrîşê leşkerên kuştî û birîndar ji qadê derxînin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û xistin. Helîkopter neçar man paşve vekişin. Ji saet 16:30 heta saet 17:00’an dîsa dagirkeran bi helîkopteran hewldan leşkerên xwe yên kuştî û birîndar rakin. Lê dîsa hêzên me mudaxele kirin û destûr nedan. Dagirkeran li pişta Girê Şehîd Şahîn leşker danîn qadê û leşkerên kuştî û birîndar rakirin.
– Di 22’ê Avrêlê saet 17:45’an de dagirkerên ku xwestin li Girê Rûbar bi cih bibin, bi çekên giran hedef hatin girtin û bi awayekî bi bandor hatin derb kirin. Di heman demê de 1 dagirkerê bi taktîka sûîqestê hate hedefgirtin û hate cezakirin.
– 22’ê Avrêlê saet 12.00-12.40’an qada Girê Cûdî 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Helîkopterên êrîşê ku bi şev herêmên Girê Rûbar, Sirtê Kovî, Çiyareş û Girê Cehennem bombardûman kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin astengkirin. Helîkopterên êrîşê yên ku Girê Şehîd Kendal ê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombe kirin jî ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama van derbeyan de 2 helîkopterên êrîşê bi giranî hatin derbkirin. Saet di 22:40’an de Qada Berxwedana Girê Cûdî bi balafirên şer hate bombardûman kirin.
– 22’ê Avrêlê saet 09.00-10.30’an herêma Girê Hekarî ya girêdayî herêma Metîna ji qereqolên ser sînor bi obusan hatiye bombekirin. 23’ê Avrêlê saet 23:30’an de 2 caran saet di 05:30 de jî ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
– 23’ê Avrêlê saet 05.30-05.40’an Girê FM ji qereqolên sînor bi obusan hatiye bombekirin.
3. 22’ê Avrêlê saet 17:55’an qada Sêdarê ya herêma Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
– 22’ê Avrêlê saet 23:20’an qada Şehîd Şerîf a herêma Xakurkê 2 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.
22 ê Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê