Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve bi ruhê milîtaniya Apoyî hate pêşwazîkirin û li her qadê derbên giran li dagirkeran hate xistin.
Tîmên me yên tevgeri yên gerîlla, yên ku di xeta şehîdên me yên nemir de meşiyan û derbên bi bandor li dagirkeran xistin, bi afirînerî taktîkên serdema nû xistin pratîkê de, bersiv dan êrîşên dijwar ên dagirkeran.
Di şerê dijwar de rêhevalê me Fedaî ku yek ji lehengên hêja yê gelê me yê Ereb e, bi lehengî şer kir û li dagirkeran xist û gihişt şehadetê.
Agahiyên çalakiyên ku di encama derbeyên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatine cezakirin û 1 jî birîndar bûne wiha ne;
1. Li Herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
22’ê Nîsanê saet 14:30’an artêşa Tirk a dagirker piştî ku 6 caran bi balefiran çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên Qada Berxwedanê ya Girê Karker bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Di encama destwerdana bi bandor a hêzên me de pevçûn qewimîn û dagirker gavekê paşde vekişiyan. Heman rojê saet 17:40 û 19:10’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîkên sabotajê, bombeyên destan û çekên ferdî ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Di encama destwerdana bi bandor a hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.
– 22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00 û 01:00’an de Qadên Berxwedanê yên Karker û Şikefta Birîndara û çeperên şer ên Girê Ortê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Li qadên berxwedanê di navbera dagirkeran û hêzên me de şerên dijwar didomin.
– 22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00 û 01:00’an de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran xwest li quntarên Çiyayêreş, Girê Rûbar û Girê Kovî dakeve. Pevçûnên ku di encama destwerdana hêzên me de derketine berdewam dikin.
– Roja 22’ê Nîsanê saet di navbera 22:00 û 01:00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên ku li derdora Qada Berxwedana Werxelê digeriyan. Hejmara dagirkerên di encama van derbeyan de hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin.
– 22’ê Nîsanê saet di navbera 17:30-22:50’an de ji qereqolên ser sînor qadên Çemço û Şehîd Adil bi obus û balafirên şer hatin bomberdûman kirin.
2. Di rojên destpêkê yên operasyona dagirkeriyê ya berfireh a li dijî herêma Avaşînê pêk hat de, hevrêyê me Fedaî ku bi sînga xwe li hemberî dagirkeran vekir û bersiv da dijmin, di nava tîmên gerîlla de cih girt û derbên giran li dijmin xist û gihişt şehadetê. Yek ji lehengên hêja yên gelê me yê Ereb, rêhevalê me Fedaî, bi baweriya xwe ya kûr a bi bîrdoziya Apoyî û paradîgmaya neteweya demokratik, bi lehengî li ber xwe da û bû yek ji sembolên leheng yê berxwedana me.
Agahiyên nasnameya hevrêyê me Fedaî wiha ne:
Navê Kod: Fedai Kobanê |
Fedai – Hazim Ali El Nofel
Rêhevalê me yê Fedaî yê li Cezaa hatiye dinê, kurekî gelê me yê Ereb e ku piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi tevgera me ya azadiyê naskir kir û fikrên Rêber Apo pejirand. Di demekê ku DAIŞ û çeteyên wekî wê baweriyên gel îstismar kirin û zext û zordarî li gel kirin, Hêzên Azadiyê ya Rojava nas kir. Rêhevalê me Fedaî ku îdeolojiya Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana hevpar a azad a gelan nas dike, bê dudilî tevlî nava refên azadiyê bû û di dema şerê dijwar de bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Tevî ku di şeran de bi giranî birîndar bû jî di têkoşînê de israr kir û di sala 2016’an de ji bo mezinkirina têkoşîna xwe bere xwe da çiyayên Kurdistanê. Her çiqasî di destpêkê de ji bo jiyana çiyayî hinekî zehmetî kişandibe jî, bi îradeyeke mezin têkoşiya û şert û mercên zehmet derbas kir. Bi taybetî jî di bin bandora têkiliyên rêhevaltî û jiyana komînal a Partiya me de maye û her tim hewl daye ku bibe parçeyekî bingehîn ê vê jiyanê. Rêhevalê me Fedaî bi perwerdeyên Rêbertiyê di warê bîrdozî de ronîtir û hişmendtir bû û bi hêza ku girt zêdetir û bi rengekî bi bandor beşdarî xebatên şoreşgerî bû. Rêhevalê me Fedaî hewl da ku bi ezmûna xwe ya leşkerî ya di qada Rojava de girtiye bi felsefeya Rêbertiyê re bike yek û bibe milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me Fedayî ku 3 salan li herêma Garê ma, bi israr çû herêma Avaşîn a ku şer lê dijwar û germ bû û di sala 2019’an de derbasî herêma Avaşînê bû. Girên bilind ên herêma Avaşînê, çemên wê yên zelal û hevrêtiya wê ya kûr gelekî bandor li wî kiribû. Ji bo xwe weke şansekê dît ku bi hevalên xwe yên hêja re di qadeke wiha de li dijî dijmin şer bike û li ser vê bingehê beşdarî jiyan û şer bû. Bi taybet di sala 2019’an de li Avaşînê beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin, bi cesaret û fedekariya xwe ya di van çalakiyan de bû çavkaniya hêz û moralê ji bo hemû hevrêyên xwe. Dîsa di sala 2021’an de hem di tunelên şer de hem jî di nava tîmên tevgerî yên gerîla de li dijî operasyona ji aliyê dijmin ve hate pêşxistin de cih girt û bi ser ket û bersiv da hemû rêgezên dijmin. Di kêliyên destpêkê yên êrîşên dagirkeriyê yên di 17’ê Nîsanê de dest pê kir, bê dudilî bersiva pêwîst da dijmin. Dîsa di 18’ê Nîsanê de, di çalakiya ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê de derbên giran li dijmin hate xistin, wekî navê xwe bi fedaîtî dijmin re şer kir û şehîd bû. Rêhevalê me Fedaî ku bi baweriya xwe ya kûr a bi bîrdoziya Rêber Apo, dilsozî, kedkar, kesayeta xwezayî û jidil ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve tê hezkirin, wê her tim ji bo me bibe çavkaniya îlhamê.
Em sersaxiyê ji malbata hêja û welatparêz a hevrêyê me yê şehîd, gelê me yê Ereb û gelê Kurdistanê re dixwazin.
Rêhevalê me Fedaî yê ku ji dil û can bawer dike ku dê gel li ser esasê paradîgmaya Apoyî azad bibin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a hov helwest nîşan dide, li hemberî dagirkeriyê bêdeng namîne, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kedeke mezin daye û ji bo vê yekê bi lehengî şer kir, bû lehengekî gelêrî yê resen ku hemû gelê Ereb û gelê Kurd wê ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me Fedaî mînakeke berbiçav a bîrdoziya sosyalîst, helwesta navneteweyî û milîtaniya Apoyiye e. Em bang li hemû ciwanên Ereb û Kurd dikin ku hevrêyê me Fedai yê şehîd ji xwe re mînak bigirin, tevlî nava refên têkoşînê bibin û artêşa gerîla mezin bikin.
24 Avrêl a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê