Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê lidar dixin dewam dikin.
Di çalakiyên tîmên bi tevger ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin û derb li 2 dronan hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 23 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan bombe li qadên berxwedanê barand.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– 11'ê Tîrmehê di saet 05:30 an de hêzên me derb li 2 droneyan xistin ku li ser herêma Zapê digeriyan.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 11'ê Tîrmehê di saet 17:30 an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran xistin. Çalakî li hemberî konekî leşkerî hate kirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin.
– 12'ê Tîrmehê di saet 05:00 an de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sekvaniyê hatin lêdan û 1 dagirker hate cezakirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– 11 ê Tîrmehê çeperên şer ên Şehîd Akîf ên girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombebarandin.
– 11 ê Tîrmehê çeperên şer ên Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm û Girê Amediyê 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombebarandin.
– 11 ê Tîrmehê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê ya girêdayî Avaşînê 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombebarandin.
– 11 ê Tîrmehê di saet 18:10 an de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ya girêdayî Zapê 1 carê bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bombebarandin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran û balafirên şer;
– 11 ê Tîrmehê li Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî û Çemço tevgera dronan çêbûn.
– 11 ê Tîrmehê dagirkeran li herêmên Girê Amediyê, Xêrê û derdora gundê Ergenê yên girêdayî Garê, Saca, Sîda û Rêncbiraxa yên girêdayî Zapê bi balafirên şer bi giştî 23 caran bombebaran kirin.
– 11 ê Tîrmehê dagirkeran li herêmên Girê Hekari ya girêdayî Metîna û Kurojahro ya girêdayî Zapê bi helîkopterên êrîşê 6 caran bombebaran kirin.
– 11 ê Tîrmehê herêmên Girê FM, Girê Amediyê, Girê Hekarî û Girê Şehîd Piling bi obus û hawanên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin ve hatin bombebarandin.
12 ê Tîrmeha 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê