Rêhevalên hêja!
Di serî de em hemû hevalên xwe yên ku bi Rihê Serfirazî û Berxwedana 14’ê Tîrmehê şer dikin, silav dikin.
Dema em 40 salên çalakiya dîroki ya 14’ê Tîrmehê li pey xwe dihêlin, di sala 41’emîn de bi heman bawerî, biryar û ruhê têkoşînê, li çiyayên Kurdistanê berdewamkirina xeta berxwedan û serkeftinê ya PKK’ê û bi çalakiyên gerîla yên bi bandor silavkirina wê xwedî wateyeke pir mezin e. Helwesta berxwedanê ya ku îro di serî de di şexsê Rêber Apo, gerîla û gelê me yê welatparêz de tê raberkirin, nîşan dide ku bingehê PKK’ê çiqasî xurt hatiye avakirin, kevneşopiya wê çiqasî bi hêz e û ev kevneşopiya bi rûmet 40 salan bênavber hatiye berdewamkirin.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi hedefgirtina Zap, Avaşîn û Metîna xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike, di vê armancê de bi ser neket. Bêguman gerîla bi îradeya xwe ya ji pola dîwarê berxwedanê li pêşberî artêşa Tirk a dagirker danî û her roj derbe li ser derbe li dagirkeran xist û nehîşt ku dagirker bigêhêjin armancên xwe. Artêşa Tirk a ku nikare bi pêş ve biçe û bigihêje armanca xwe, her tim êrîşên dagirkeriyê li herêmên nû belav dike. Lê ev ne çareserî ye û dagirkeran hîn zêde dike hedef. Artêşa Tirk ji bo xitimandina taktîki ya li qada şer derbas bike, şeva 4’ê Tîrmehê tevgera dagirkeriyê ya li rojavayê Zapê ber bi xeta Girê Amediyê ve berfireh kir.
Lê di çalakiyên şeva 4’ê Tîrmehê de, di çarçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de, 16 dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopter jî hatin derbkirin û bersiva yekemîn da dagirkeran.
Di 5'ê Tîrmehê de taktîkên sûîqest û sabotajê li pey hev û bi serketî hatin kirin û 15 dagirker hatin cezakirin.
Di 6’ê Tîrmehê de pêşî li helîkopterek hate xistin, piştre jî bi çalakiyeke koordîneyî ya gerîla dijmin kete kemînê û 13 dagirker hatin cezakirin. Di çalakiyan de 9 dagirker bi taktîka sûîqestê, 3 dagirker jî bi taktîka sabotajê hatin cezakirin û 1 helîkopter jî hate derbkirin. Bi vî awayî faturaya hewldana pêşveçûna li Herêmên Berxwedanê li dijmin hate birîn û bersiveke girîng hate dayîn.
Di 7’ê Tîrmehê de 2 dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên Girê Şehîd Pîrdoxan bi pêş ve biçin hatin cezakirin û ji ser wan 1 demançeya tîpa Glock, 2 çekên piyade HK-416 ên Almanî, 2 nîşankerên lazer, 2 lazerên înfrared û bêtêleke bi markaya Aselsan hatin desteserkirin. Her wiha durûtiya artêşa Tirk û çapemeniya şerê taybet bi destxistina cenazeyê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz aşkere bû û bi çalakiya we careke din hate îspatkirin ku ew qîmetê nadin cenazeyê xwe, leşker û windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêrin.
Taktîkên encamgir ên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi afirînerî û jêhatîbûneke mezin pêk anîna we, bi şêwaza şer a tîmên bitevger derbe li ser derbe dijmin xistina we û ev yeka bi awayekî ku nayê înkarkirin îspatkirina we serkeftineke girîng e. Di heman demê de bi saya çalakiya we banga teslîmkirina cenazeyê Nacî Kaygisiz ji malbata wî re, derseke mezin a mirovahiyê da dagirkerên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine.
Em hemû hevalên şervan û fermandar ên ku ev performansa xurt a şer derxistin holê, çalakî kirin û bi keda xwe beşdarî vê serkeftinê bûn, pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê wê bi serkeftinên hîn mezintir bidome. Bi vê bîr û baweriyê em hemû hevrêyên ku bi fedaiyane şer dikin bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û serkeftinên hîn mezintir dixwazin.
12’ê Tîrmehê 2022
FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL