HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 21.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê serokê navçeya Hayrûllah Taniş ê AKP'yî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Herweha tebanceya vî kesî jî hate desteserkirin.

2. Di 2'ê Tîrmehê de di saet 21.30'an de li navenda Wanê li dijî polîsên rê kontrol dikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hate kuştin, polîsek jî birîndar bûye.

3. Di 5'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-18.00an de di navbera navçeya Gevera Colemergê û Geliyê Doskî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji gelên wesayitên hate rawestan din re di derbarê pêvajoyê û pêşketinên leşkerî hatiye ragihandin, herweha nasname hatiye kontrolkirin.

4. Di 6'ê Tîrmehê de di navbera saet 17.00-19.30'an de li navbera navçeya Gevera Colemergê û Oramarê i aliyê gerîlayên me ve YJAStarê çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Wesayitên hatiye rawestandin nasname hatiye kontrolkirin, herweha di derbarê pêvajoyê de gel hatiiye agahdarkirin.

5. Di 6'ê Tîrmehê de navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Gokmeydan û Zarikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon danê êvarî paş de vekişiyaye.

6. Di 6'ê Tîrmehê de li ser riya Dersim Erzinganê li nêzî Pira Şeytan li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî karwaneke leşkerî hate lidarxistin de wesayiteke daggeyigi hatiye rûxandin yek jê jî hatiye derbekirin. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin pişt re kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya wesayitên zirxî bi wesayitên sivîl ji herêmê dûr xistiye.

7. Di 6'ê Tîrmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de di navbera Dersim Erzinganê de li herêma Rojnek ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Nasnameyên kesên di 150 wesayitên hate rawestan din de hatiye kontrolkirin herweha 4 tirkên li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dike hatiye rûxandin. Di 7'ê Tîrmehê de di saet 07.30'an de li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin . Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

7 Tirmeh 2012

Navenda Çapemenî -Ragihandin a HPG'ê