Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de di navbera navçeya Bazîdaxa(Çaldiran) û navçeya Bazîda Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve kontrola rê û nasnameyan hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 12 tir bi alavên tê de hatiye şewitandin û rûxandin.
2. Di 5'ê Tîrmehê de di saet 05.20'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Sînek di navbera gerîlayên me yê YJA-Star û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
3. Di 5'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-16.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Zapê li dijî Gundê Bezelê û Girê Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Ji 3'ê Tîrmehê û vir ve li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Geliyê Zap, Çiyayên Helwesîs û Hînê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li nav sînorên Zapê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Şeladizêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêma Çiyareş destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 21'ê Hezîranê de li ser riya Bedlîs Amedê de di dema kontrola nasname û rê ya ji aliyê gerîlayên me ve dihate kirin leşkerê bi navê Vahdettîn Kaya yên hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînê wî bi dawî bû roja berê serbest hate berdan.
6 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê