Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 18 Gulanê de li nêzî herêma Şêx Cûmaya Bedlîsê ji aliyê gerîlayên me ve 6 cerdewanên bi îddiaya tevlî operasyona di 23'ê Adarê de li hêrêma Şêx Cûma bibûn ji bo lêpirsînê hatibûn girtin . Cerdewanên lêpirsîna wan bi dawî bû hate famkirin ku tevlê operasyona di 23'ê Adarê de li herêma Şêx Cûmayê bûne lê belê tevlê pevçûna behsa wê tê kirin nebûne. Cardin çekberdana cerdewanên li vê herêmê û daxuyaniyên wan ê em nema çekan radikin û bi giştî çek danîna wan, li gel van bangawaziyên saziyên demokratîk pêş ketine. Li ser vê bingehê ji ber helwesta erênî ya cerdewanên herêma Şêx Cûma nîşan dan û bangawaziyên saziyên demokratîk cardin ji ber yekser di vê bûyerê de cihê xwe negirtine 6 cerdewan serbest hate berdan. artêş û hukumeta faşîst a tirk li Kurdistanê ji bo pêşxistina şerê taybet û lawazkirina tevgera me ya azadiyê cardin dixwaze pergala cerdewaniyê peş bixîne. Hemû gelê me, nemaze li beramberî pergala cerdewaniyê ya dewleta tirk bi vê armanç dike ku gelê me bera hevûdûn de û cardin dixe rojevê xwedî helwest bin. Bi vê armancê yê çek girtine û ji bo daxwazên dijmin kar dikin ji bo ji holêrakirina pergala cerdewaniyê, em bang li gelê xwe dikin ku dest ji cerdewaniyê berdin.
30 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê