HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 28'ê Gulanê de di saet 14.00'an de li navçeya Qamûşana Qersê leşkerên kolorduya nehemîn ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de herî kêm 3 leşker hate kuştin gelek leşker jî birîndar bûye.

2. Di 28'ê Gulanê de di saet 22.00'an de li Îdirê li herêma Korxanê qereqola heyî bi navê wê bikin seyrangeha mîllî ji bo avakirina tabûrê 3 wesayitên di xebatê avakirina wê de cîh digrin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rawestîn. 3 wesayit hatiye şewitandin 10 xebatkar jî ji bo lêpirsînê hatiye binçavkirin.

Di 22'ê Gulanê de li navçeya Lîceya Amedê li nêzî gundê Şaxura 10 kesên bi hin îdiayên cûda dihatin tewanbarkirin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsîna van kesan qediya hate famkirin ku tu têkiliya wan bi van îdiayan nîn û di 28'ê Gulanê de danê sibê hatine berdan.

30 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê