Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di çalakiyên hêzên me de yek jê payebilind 6 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 5 caran bi balefirên şer, 74 caran jî bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obusan Qadên Berxwedanê bombe kir.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşan wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– Di 29’ê Îlonê de saet di 10.00 û 16.00’an de hêzên me bi çekên giran du caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatine cezakirin.
– Di 29’ê Îlonê de saet di 12.00’a de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.
– Di 29’ê Îlonê de saet di 14.30’an de tîmên me yên gerok bi sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê xistine. Di vê çalakiyê de yek jê payebilind 3 dagirker hatine cezakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;
– Di 29’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn hate xistin.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;
– Tîmên me yên gerok di 24, 25, 26, 27 û 28’ê Îlonê de li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;
– Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Aryen a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî 10 caran hatiye bombekirin.
– Di 29’ê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên şîddeta wan zêde 16 caran hatine bombekirin.
– Di 29’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li pêşiya çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, plastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û dûmana jehrî bi ser çeperên şer ve şandiye.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;
– Di 27, 29 û 30’ê Îlonê de qadên Kanîsarkê û Meyrokê yên Garê, Girê Amêdiyê û qada Sinînê bi balefirên şer 5 caran hatiye bombekirin.
– Di 29’ê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê 74 caran bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.
– Di 9’ê Îlonê de li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê dron geriyane.
– Di 29’ê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi dehan caran bi obusan hatiye bombekirin.
6. Di 28’ê Îlonê de saet di 11.10’an de bi 3 fuzeyan êrîşî berpalên Girê Savaş a Qendîlê hate kirin.
7. Di 25, 26, 27, 28 û 29’ê Îlonê de qadên Goşînê, Girê Berbizinê, Helgurt, Girê Rostê û Hornê yên Xakurkê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hate bombekirin.
– Di 28’ê Îlonê de saet di 08.50’an de qada Girê Berbizinê ya Xakurkê ji aliyê balefirên hewayî yên bêmirov ên hêzên Îranê hate bombekirin
30 ê Îlon a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê