Çapemenî û Raya Giştî Re!
Dewleta Tirk a qirker û mêtinger di 14’ê Nîsana 2022’an de li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê êrîş dabû destpêkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan eniyeke berxwedanê ya bi îradeya ji pola ya Apoyî ava kiribû.
Artêşa Tirk ligel her cure teknîk, derfetên şer, leşkerên bi pere, çete, kontra, hêzên xwe yên taybet, hêzên derve û piştgiriya ku Kurdên îxanetkar didin wê, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî nekariye berxwedana gerîla bişkîne. Bi awayekî ku di dîroka mirovayetiyê de kêm tê dîtin, dema mirov hêjmara leşkerên ku artêşa Tirk wan dişîne şer dide ber komek gerîlayên wêrek, tê dîtin ku komek gerîla çawa bi bawerî, bîr û îradeya xwe artêşeke mezin didin sekinandin. Bêguman afirandina berxwedaneke wisa ne hêsan e, bi ked, xwêdan, sebr, baweriya ji bo azadiyê, li ser esasê girêdana Rêbertî, şehîd û gelê me, bi hêza ku îdeolojiya Apoyî daye pêk hatiye.
Artêşa Tirk a dagirker ê ku para xwe ji exlaqê mirovayetiyê û hiqûqa şer nestendiye, dema ku nekariye berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbas bike û dema di çalakiyên xurt ên gerîla de derbên giran xwariye, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar aniye. Ligel ku artêşa Tirk gelek caran vî sûcê şer kiriye û ev sûc hatiye belgekirin û ji raya giştî ya dinyayê re hatiye pêşkêşkirin, nerazîbûneke xurt nehatiye nîşandan, bikaranîna çekên kîmyewî bûye tiştekî sîstematîk.
Hevrêyê me Nûrî Yekta yê ku fermandarekî neteweyî yê şoreşger e ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî berxwedaneke dîrokî kiribû û pêşengtiyê ji vê berxwedanê re dike û hevrêya me Amara Amed a ku ew jî zarokeke wêrek a gelê Kurd e, di êrîşa bombeyên nukleer de yên ku li gorî qanûnên navneteweyî bikaranîna wê qedexe ye, hatine şehîdxistin.
Em di serî de sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hêja yên şehîdên xwe û ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ê bîranîna hevrêyên xwe yên ji bo ku Rêbertî û gelê Kurd li welatê xwe bi nasnameya xwe karibe bijîn wan bi fedaî şer kirine, li hemberî dagirkeriyê bûne û li ser vê rêyê şehîd bûne, her dem bidin jiyîn. Em ê tu carî ji bîr nekin ku dewleta Tirk çawa bi awayekî nemerdî hevrêyên me bi çekên kîmyewî qetil kirine. Emê vî sûcê şer li her derê û her demê teşhîr bikin û rûyê qetlîamker ê dewleta Tirk a dagirker nîşanî dinyayê bidin û emê tola şehîdên xwe bistînin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Navê Kod: Nuri Yekta |
Nuri – Cevat (Fuad) Etarek
Navê Kod: Amara Amed |
Amara – Ayşe Toprak
Hevrêyê me Nûrî li bajarê Nexede yê li herêma Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber ku Nexede bajarekî ku gelek pêşengên berxwedanê yên Kurd lê çêbûne û pêş ketin e, hişmendiya siyasî ya gelê me yê li vir jî zêde ye. Di heman demê de ev bajarê ku tê xwestin di navbera gelê Kurd û Tirk de nakokî û dijberiyên kûr ên civakî bên pêşxistin, bûye şahidê gelek komkujiyan. Hevrêyê me Nûrî di malbateke xwedî nasnameya xwe ya civakî û xwedî hestên kûr ên welatparêziyê de mezin bû. Bi bîranînên pêşengên berxwedan û tevgerên şoreşger ên gelê Rojhilatê Kurdistanê mezin bû. Lêgerîna siyasî û hişmendiya ku ji malbatê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanê tê, bandorek mezin li hevrêyê me Nûrî jî kir. Her çend rewşa malbata wî ya aborî baş bû jî, li ser esasê jiyana sosyalîst a li ser kedê û redkirina cihêkariyê bû. Deh salan li Îranê xwend, du salan perwerdehiya edebiyat dît û xwe pêş xist.
Dema di sala 1999’an de di şexsê Rêber Apo de komploya li dijî gelê Kurd pêk hat, malbata hevrêyê me Nûrî jî weke hemû gelê Kurd êşên giran jiya. Roja Komploya 15’ê Sibatê ku gelê Kurd jê re dibêjin “Roja Reş” di jiyana hevrêyê me Nûrî de bû qonaxeke nû. Dema ku Rêber Apo nas kir, biryar da ku tevlî tevgera azadiyê bibe, lê ji ber ku temenê wî biçûk bû, di navbera salên 1999-2001'an de ji bo xebatên cuda hat wezîfedarkirin û xebat da meşandin. Di sala 2001’an de hat çiyayên Kurdistanê û perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît. Ligel hevrêyên me rêveberên partiyê ma ye, teşe daye jiyana xwe yê şoreşgerî û ezmûnên girîng ji vir bi dest xistiye. Piştre derbasî xebatên ciwanên şoreşger bû. Li hemberî xiyaneta navxweyî û tasfiyekirina PKK’ê ya di navbera salên 2002 û 2004’an de, lêpirsînek cidî jiyaye û li ser rastî û xeletiyê lêhûrbûye. Hevrêyê me Nûrî ku bi Soranî û Farisî baş dizane, ji bo ku xwe xurtir pêş bixe, fêrî zaravayê Kurmancî û Tirkî jî bûye. Di yekemîn lijneya KONGRA-GEL de weke delegeya ciwanan cih girt û xeta Rêbertiyê esas girt.
Hevrêyê me Nûrî ku dizane ji bo têk birina tasfiyeyê ji bilî têkoşîna îdeolojîk, pêwîstî bi pratîkeke xurt a şoreşgerî jî heye, çûna qadên pratîk pêşniyar kir. Bi taybetî xwest biçe Rojavayê Kurdistanê ku herî zêde Rêber Apo lê xebitî, salên xwe lê derbas kir û bi gotina hevrêyê me Nûrî “bêhna Rêbertiyê jê tê”. Li ser vê bingehê çû Rojavayê Kurdistanê û di nava xebatên ciwanan de cih girt û beşdarî birêxistinkirina xurt a gelê me li wir bû. Di sala 2004'an de di nava Serhildana Qamişlo de cih girt û pêşengî kir. Bi xwe li dijî hemû bandorên giran ên tasfiyeyê şer kir, ji bo ku xeta Apoyî bi ser bikeve bi şev û roj xebitî. Ji ber vê yekê bû hedefa tasfiyekaran û bi komploya tasfiyekaran radestî rejîma Sûriyeyê hat kirin.
Hevrêyê me Nûrî ku di Îlona 2004’an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin, êşkenceyên giran derbas kir. Bi mehan li ser textê êşkenceyê ji aliyê rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ve hate lêpirsîn kirin, lê hevrêyê me Nûrî yek gotin jî negot. Bi awayê herî rast nûnertiya xeta berxwedanê ya birûmet a Mazlûm, Kemal û Xeyrî kir, ti carî teslîm nebû, tevî ku 7,5 sal di bin şert û mercên pir giran de di zindanê de ma jî helwesta xwe domand û pêşengtiya berxwedanên li zindanê kir. Dema ku piştî 7,5 salan jê re hate gotin ku dema bihara gelan di sala 2011’an de pêş ket, ew ê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bê efûkirin, helwesteke gelekî bi rûmet nîşan da û got: “Ez ne yê efûkirinê me, min wezîfeya xwe ya şoreşgerî pêk anî ". Li ser vê yekê, ew ji aliyê Sûriyê ve radestî Îranê hat kirin û li vir xistin zindanê. Piştî 1.5 sal mayîna di girtîgehên Îranê de, rojekê derfeta revê bi dest xist û dema ku bi awayekî fîzîkî hat azadkirin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Nûrî ku bi hezkirineke mezin girêdayî çiyayên Kurdistanê ye, bi kelecaneke mezin bi hevrêyên xwe re hevdîtin kir û yekser xwe adapte kir. Di xebatên cuda de cih girt û li Dibistana Navendî ya Partiya Mazlûm Dogan tevlî xebatên perwerdeyê bû.
Hevrêyê me Nûrî ku xwedî ruhekî şoreşgerî yê bêserûber e, dema dît ku Rojavayê Kurdistanê û bi taybet gelê me yê Helebê bi êrîşên çeteyan re rû bi rû ne, pêşniyar kir ku biçe Helebê. Ji kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe, li ku derê zilm û zordarî lê hebe, hevrêyê me Nûrî her tim hebûna li wir, têkoşîn û hilbijartina karê herî dijwar ji xwe re esas girtiye. Di vê wateyê de bû milîtanekî netewî yê şoreşger yê resen ku li sê parçeyên Kurdistanê xizmet kir. Hem di rêxistinkirina gelê me de û hem jî di pêşxistina berxwedana xwerêveberiyê ya li Helebê de roleke girîng lîst û bi ezmûna bi salan pêşengiyê kir. Ji ber ku di girtîgehên rejîma Sûriyê de fêrî zimanê Erebî bû, karîbû bi hemû pêkhateyên civakê re têkiliyan deyne û xwe bide hezkirin, û şopeke baş li ser her kesê ku pê re ket têkiliyê de hişt. Di dema şer de birîndar bû, piştî ku tedawiya xwe bi dawî kir vegeriya ser karê xwe. Bi cesareta xwe ya li qada şer, jêhatiya xwe ya di afirîneriya taktîkî de, bi hêza xwe ya koordînasyona şervanan, bi ruhê xwe yê berxwedanê û bi hevrêtiya xwe ya jidil, bû fermandarekî ku gelê Helebê û hemû şervanên wê ti carî ji bîr nakin.
Piştî ku erka xwe ya dîrokî li qadên şoreşgerî bi cih anî, li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku tecrîda giran li ser Rêbertiya me ferz dike, êrîşên herî giran pêk tîne û dixwaze qirkirinê bike, ji bo şerkirinê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo ku ezmûna xwe ya mezin bi hevrêyên xwe re parve bike, li ser esasê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk lêhûrbûnê çêbike, ji erkên serdema nû re xwe amade bike, şêwaz û taktîkên fermandariya serkeftinê bi dest bixe, tevlî Akademiya Hakî Karer bû. Hevrê Nûrî ku di qada perwerdeyê de jî pêşengtî kir, hem xwe û hem jî hevrêyên xwe yên di xeta Apoyî de bi awayekî serkeftî perwerde kir.
Hevrêyê me Nûrî ku di asta fermandariya eyaletê de cih girt, tu carî cihêkarî naxist navbera erkan û weke milîtanekî Apoyî yê dilnizim di her şert û mercî de şoreşgerî kir. Piştî perwerdehiya xwe diçe Metîna û wek endamê fermandariya eyaletê kar dike. Di heyama ku li Metînayê bû, beşdarî qonaxên pratîkî yên amadekariya şer bû û kedeke mezin da. Bi dilnizmiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi tundî bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Metîna, çalakiyên bi plan û bandor pêş xistiye û koordine kiriye. Wek fermandarê sembol û pêşeng yê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereş, bû mîmarê pêvajoya berxwedana dîrokî. Li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî beşdarî berxwedanê bû û bi hevrêyên xwe re derbên dîrokî li dagirkeran xistin ku tu carî ji bîr nakin.
Artêşa Tirk a dagirker ku para xwe ji exlaqê mirovahiyê û hiqûqê şer dernexistiye, nekarî li hember berxwedana destanî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê bi ser bikeve, li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombeyên nukleer ên taktîkî yên qedexe û çekên kîmyewî bi awayekî bêperwa bikar anî. Tevî ku artêşa Tirk gelek caran ev sûcê şer kiribe jî, bertekeke tund nehatiye nîşandan û ji ber vê bikaranîna çekên kîmyewî mayinde bûye. Hevrê Nûrî, kurê leheng ê gelê Kurd û fermandarê me yê bi rûmet, di 15’ê Hezîrana 2022’an de li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di encama êrîşa bombeya nukleerî ya taktîkî ya qedexekirî de şehîd bû.
Hevrêyê me Nûrî weke fermandarê me yê neteweyî yê şoreşger ku li gelek deverên Kurdistanê, di astên cuda û di şert û mercên herî dijwar de xizmet kir, navê xwe di dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de nivîsand. Hevrêyê me Nûrî Yekta yek ji zarokên bi qîmet ên gelê me yên li Rojhilatê Kurdistanê, yên mîna Simko Serhildan, Hewram Avyer, Rênas Roj, Mizgîn Ronahî û Rêzan Cavîd, weke şoreşgerên pêşeng ên ku dilê wan li berxwe dide, wê her tim çavkaniya rûmet û serbilindiya me bin.
Hevreya me Amara li navçeya Qûbîn ya Êlîhê di nava malbatekî ji êşîra Reşkotiyan ku êşîrekî welatparêz e ji dayîk dibe. Di nava çanda civakî ya qedîm a gelê Kurd û atmosfêra ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê afirandiye, mezin bûye. Lewma hîn di temena xwe ya zarokatiyê de bi hestên xwe yên welatparêziyê ketiye lêgerîna azadiyê. Hevreya me Amara ku her tim hezkirina wê li hember gerîla hebû, li aliyekî bi keda xwe dixebite û alîkariyê dide malbata xwe, li aliyê din jî her tim êşa gelê xwe di dilê xwe de hîs dike. Lê hevreya me Amara xwe bi tenê hêsta êşa gelê xwe sînordar nekiriye û dîtiye ku divê di pratîkê de jî hewl bide tiştek bike û ji bo berpirsiyariya ku ji dîrokê tê ketiye di nav legerînekê de. Her ku tevgera PKK’ê ku nasname, rûmet, pêşeng û parezvanê gelê Kurd e nas kir, bersiva lêgerîna xwe jî dît. Di dema ku digotin PKK qediyaye, ji bo li hemberî van derew û şerên taybet bersiva herî xurt bide biryara tevlîbûna artêşa PKK’ê dide. Ji bo ku vê biryara xwe pêk bîne di Newroza 2017’an de bi destpêkek pir watedar berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Hevreya me Amara piştî tevlîbûnê fêrî jiyana gerîla dibe û her ku îdeolija Rêber Apo ku têkoşîna jinan bilind dike dibe, matmayî dimîne. Bi îdeolojiya Rêber Apo re ji dil girêdibe, kûrbûn û pêşketinê di jiyana xwe de esas digre. Her ku bi îdeolojiya Apoyî re kûr dibe, dibîne ku hêza jinê têra hemû tiştê dike. Nasnameya jinê nas dike û baweriya xwe zêdetir bi hêza xwe tîne. Bi vê baweriyê hewl dide bibe jineke şoreşger. Hevrêya me Amara ku bi evînekî mezin tevlî jiyana azad dibe, di demeke kurt de pêşdikeve. Bi heman awayî di qada leşkerî de jî pêşketinê ji xwe re esas digre, bi meraqeke mezin fêrî rêgezên bîngehîn ên gerîlatiyê dibe û hewl dide di pratîkê de jî pêk bîne. Lewma di sala 2019’an de di dibistana operasyonê de tevlî perwerdeyên leşkerî bûye û bi serkeftînê diqedîne.
Hevrêya me Amara piştî ku li Garê xebat dike û tecrûbe bidest dixe dixwaze xwe di Gerîlatiya Moderniteya Demokratîk de bigihîne asta profesyonelbûnê. Lewma bi kelecan û eleqeyek mezin di sala 2021’an de tevlî perwerdeya pisporî ya leşkerî bûye. Piştî ku perwerdeya sûîqastê bi awayek serkeftî temam dike, dixwaze tola xwe bi hêrsa hezara salan ya li dijî dijmina mêtîngeh rake û bi vê ferasetê derbasî qada Metînayê dibe. Hevrêya me Amara ku li Metînayê bi kesayeta xwe ya bi coş û kelecan tevlî pêvajoya şer dibe, bala hemû hevrêyên xwe dikşîne li ser xwe. Bi taybet di amadekariyên berxwedana li dijî êrîşên dijmin ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kedek mezin raber dike. Hevrêya me Amara ku bi xwestekeke mezin tevlî hemû xebatan dibe, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedakar derdikeve pêş.
Hevrêya me Amara di êrîşa dewleta Tirk a mêtîngeh ku di 14’ê Nîsana 2022’an de li dijî gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, bi fedakarî di çeperên berxwedanê de şer dike. Hevrêya me Amara ku yek jî mîlîtanên fedaî a Apoyî ye bê dudilî tevlî pêvajoyê dibe, mîna şervanên profesyonel ya YJA-Starê rola xwe ya di şer de bi awayek serkeftî bi cih tîne. Bi çalakiyên xwe yên sûîqastê yên serkeftî derbeyên giran li dijmin dixe û psîkolojiya dijmin serûbin dike. Arteşa Tirk a dagirker ku nekarî berxwedana Gerîlayên Azadiyên Kurdistanê bişkîne, di çalakiyên bandor ên gerîlayan de windahiyên mezin dide û ji bo ku bikaribe encamek bigre Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi dijwarî bombe dike. Hevrêya me Amara di encama êrîşê de roja 3’ê Hezîrana 2022’an de dibe hevrêya me ya yekem ku di vê êrîşê de digihe asta şehadetê. Piştî şehadeta hevreya me Amara, hêrsa tolhildanê ya hevreyên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî zêdetir dibe û bi armaca ku tola hevrêya me Amara rakin, li ser hev derbên giran li dijmin xistin. Hevrêya me Amara ku mîna jîneke azad dixwest li welatê xwe Kurdistanê bi Rêbertiya xwe re bi nasnameya Kurd jiyan bike, ji bo armancên xwe bi fedaîtî şer kir û gihişt şehadetê. Em soz didin ku em ê teqez armancên hevrêya xwe Amara ku bû lêhenga berxwedana destanî bigihînin serketinê û her tim bîranînên wê zindî bihêlin.
1 ê Cotmeh a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê