HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê kanûna 2010’an de Artêşa TC’ê li Yekmalê, Mergê, gundê Roboskî û Girê Awûlê ku girêdayî Qilebana Şirnexê ne operasyonek daye destpêkirinê. Di operasyona ku hê jî didome de dijmin bi gurahî kemînan davêje û li herêmê yekîneyên xwe yên veşartî dihêle.

2. Di 23’ê kanûna 2010’an de danê sibehî saet di 09.00’an de li Qadên Parastina Medya li xeta sînor ê Heftanînê, artêşa TC’ê bi firokeyan bombebarîn dike. Artêşa TC’ê bi firokeyên skorsky jî li Girê Şivan, Serbend, Vacîp, Deriyê Dawetiyê, Kurê Çela, Meymûn û girê Sînek daketinan dike.

23 Kanûn 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG