HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê kanûna 2010’an de danê sibehî saet di navbera 07.00 û 08.00’an de, ji hêla artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya li dijî gundê Kuranîşê û derdora wê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi firokeyên kobra hatiye lidarxistin. Êrîşên heyî li heman qadê bi şev saet di navbera 19.00 û 20.00’an de jî pêk hatiye.

2. Artêşa TC’ê ku berê Girê Şivan, Serbend, Maymûn, Kureçela, Sînek û Deriyê Dawetiyê berdabû, bi desteka firokeyên kobra ji nû ve bi cî bûye. Tevgeriya leşkerî ya li vê qadê hê jî didome.

22 Kanûn2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG