HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 4’ê gulanê saet di 21:00’an û di 5’ê gulanê de saet di 03:00’yan de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Şeşdarê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin. Ev qadên ku ji hêla sivîlan ve tê bikaranîn, Artêşa TC’ê bi armanca gundan vala bike û gundiyan ji qadan bide revandin di nava hewldanên bi vî rengî de ye.

 

2. Ji ber ku li bejahiya Dêrsim û Çewlikê operasyon didomin, bi du yekîneyên me re têkiliyên me nîn in. Ji ber vê sedemê em nikarin der barê bûyera û operasyona ku li navçeya Nazimiyê pêk hatiye agahî bidine. Di vê operasyona ku bi hezaran leşker û teknîkeke bi gurahî bikaranîn de, ku bi du yekîneyên me re têkilî  pêk bê, em ê gelê xwe û raya giştî der barê operasyon û bûyerê de agahdar bikin.

5 Gulan 2010

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê