Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’yê gulanê de saet di 21:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadê Parastina Medya li hember qada Xantûr ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
2. Di 3’yê gulanê de saet di navbera 10:00-12:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Şehîd Colemêrg û gundên Şîfrezan û Mêrganîşê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
3. Di 1’ê gulenê de li Qereqola Jendermeyan a Abali ku girêdayî Licêya Amedê ye, bûyerek qewimiye û di vê bûyerê de tegmenek payebilind miribû û 2 leşker jî birîndar bûbûn. Bûyer di dema ku leşker vedigerin qereqolê, di navbera leşkeran de pevçûn dertê. Artêşa TC’ê û çapemeniya wê ya şerê taybet bûyerên wisa berevajî dike. Divê gelê me heta ku daxuyaniyek ji hêla me ve neyê kirinê, baweriya xwe bi van nûçeyên derewîn neynin.
4 Gulan 2010
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê