HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê Îlonê de (îroj) li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî derdora gundên Nirkola, Rêbîno û Navreza ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê bi rengê kemîna berdewam dike. Herweha gundê Nîrkola ji aliyê Artêşa mêtinger a TC’ê hatiye valakirin.

2. Di 14’ê Îlonê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliya Reş, Masîro û Girê Sîro ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê dest pêkiriye hîn jî berdewam dike.

3. Di 13’ê Îlonê de di saet 19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çemço, Goristana şehîdan a Çemço û Gundê Mazî ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa mêtinger a bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de tu wendahiyên gerîla yê me çênebûye.

4. Di 13’ê Îlonê de li navçeya Pulurê ya bi ser Dersimê li dijî Girê Hawanê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi daxistinan ji du baksan operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a ber bi herêmên Emîrgan, Girê Tokmak, Hotmerî û Halîç Pinar ê berfireh bûye û berdewam dike.

15 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê