HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 16’ê Îlonê de (îroj) di saet 00.20’an de li navçeya Geverê ya bi ser Colemergê li ser riya Şemzînanê li dijî maşîneke zirx a akrep ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna bi zirx a akrep hatiye rûxandin û polîsek jî ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Di heman şevê di saet 01.00’an de bi piştgiriya 10 maşînên bi zirx ê akrep, bi 2 panzer û bi vîncekê mudaxeleyî cihê çalakiyê hatiye kirin û bi vîncê maşîna bi zirx a akrep ji cîhê çalakiyê hatiye dûr xistin.

2. Di 9’ê Tîrmehê de li navçeya Lîcê ya bi ser Amedê ve 2 leşker û wezîfedareke tenduristiyê ji aliyê gerîla yê me hatibû dîl girtin.Di 15’ê Îlonê de wezîfedarê tenduristiyê Aytekîn Turhan Ûz piştî ji aliyê gerîla yê me lêpirsîna wî hatiye kirin, serbest hatiye berdan.

16 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê