HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê pûşperê de saet di 11.00’an de dema ku Artêşa TC’ê hewl daye ji qada Kura Çala ku bi ser Qilabanê ve girêdayî bikevine Qadên Parastina Medya, hêzên gerîlayên me li hember hêzên dijmin çalakî li dar xistine.

Di encama çalakiya ku li dar ketiye de, leşkerek dijmin hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê, di 16’ê pûşperê de nivî şevê, gerîlayên me duyem car li hember dijmin çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de jî 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 7 ji wan birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hevalên me yên bi navê Rênas (Enîs Alkan) û Kendal (Lokman Ustek) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Piştî çalakiya duyemîn, Artêşa TC’ê ji danê sibehî saet di 10.00’an de qadên Deriyê Dawetiyê, Geliyê Keşanê, Girê Bêtalma, Gundê Heftanîn û Kuranîşê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne daye ber obûs û hawanan. Piştre saet di navbera 11.00-12.00’n de balafirên şer ên Artêşa TC’ê qadên Geliyê Bêtalma, Girê Bêtalmê û gundê Heftanînê bombebarîn kirine. Piştî bombebarînê Artêşa TC’ê li hember qada Kura Çala operasyon li dar xistiye û di heman rojê de bi paş ve vekişiyaye.

 

2. Di 16’ê pûşperê de saet li derdora 15.00’an de hêzên gerîlayên me yên YJA-STAR’ê li hember girê Helîkopterê ku li Zagrosê ye û yekîneyên dijmin tê de bi cî bûne çalakiyeke sûîkastî û çalakiyekebi çekên giran li dar xistine. Di çalakiya sûîkastê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin û di ya çekên giran de jî mirî û birîndarên dijmin çêbûne, bes agahiyeke zelal bi dest me neketiye.

3. Di 16’ê pûşperê de Artêşa TC’ê li hember qada Tepê Xwedê ku girêdayî Şemzînana Şirnexê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

4. Di 15’ê pûşperê de saet di navbera 12.00-17.00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Mila Bayê ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.

5. Di 11’ê pûşperê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li hember hêzên dijmin ku li girê Deşta Lala ya bi ser Şirnexê ve girêdayî ye çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiya ku hatiye lidarxistin de, 2 çeperên dijmin hatine tunekirinê û 4 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê di 12’ê pûşperê de danê sibehî dijmin li qada çalakiyê operasyonek li dar xistiye û danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

Renas - Enis Alkan

Renas Zerdeştî
Enîs Alkan
1978 / Wan
2004 / Wan
Melîke
Sulhattîn
16 Pûşper 2010 / Qilaban-Şirnex

Kendal - Lokman Üstek

Kendal Şirnex
Lokman Ustek
1986 / Şirnex
2004 / Şirnex
Xanim
Hasan
16 Pûşper 2010 / Qilaban-Şirnex

17 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG