HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî reB!

1. Di 15’ê pûşperê de Artêşa TC’ê li hember gundên Xelkan û Gîsê, Sêgoşeya Teyyarê û qada Samûra ku girêdayî Çelê ya bi ser Colemêrgê girêdayî ye, bi firokeyên kobra êrîşek li dar ketiye û bi daketinan operayon hatiye li dar xistin. Operasyona ku destpê kiriye, hê jî didome.

2. Di 15’ê pûşperê de saet di 07:00’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve dema ku maşîneke bi zirx, panzêrek û jamera ku frekansa aloz dike di ser pira Şînê derbas dibe, gerîlayên me bi roketavêj û çekên ferdî li konvoya dane û bes mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê. Piştre qada çalakiyê bi firokeyên kobra hatiye bombebarînkirinê û hetanî danê nîvroj qad ji hêla dijmin ve ji ketin û derketinê re hatiye qedexekirinê.

3. Di 14’ê pûşperê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qada Şehrîbanê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ye operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.

4. Di 15’ê pûşperê de saet di 10.00’an de hêzên gerîlayên me li hember dijmin li girê Şikêr ku girêdayî Çelê ye çalakiyeke sûîkastî li dar xistine. Piştî çalakiyê dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorsky rakirine.

16 Pûşper 2010

Navenda Ragihandin-Çapemeniyê ya HPG