HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 11’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê li qada Şehîd Reşo ku di navbera qadên Badibê û Hababê de ye bi zanebûn şewat derdixîne. Di encamê de şewatên ku derketine hê jî didomin.

 

2. Di 11’ê tebaxê de cahşek bi navê Servet Babat miribû û cahşek jî birîndar bûbû. Ev bûyera ku li Sêgirka ku girêdayî Qilabana Şirnexê ye pêk hatiye, tu têkiliya hêzên me pê nîn e. Ev bûyer fena ku serfermandariya tirk daxuyandiye û di çapemaniyên wan de tê gotin, ne di encama teqînekê de pêk hatiye, berevajî vê yekê di encama êrîşa yekîneyên topavêtên artêşa TC’ê de pêk hatiye.

3. Di 10’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li qadên Geliyê Zorê, Şêx Hemze, Sînda, Dûmîla û Vegenê ku girêdayî Sasona Batmanê ne operasyonek hatibû li dar xistin û di vê operasyonê de di navbeyna hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimiye û di vî şerî de gerîlayek me yî bi navê Canfeda (Ahmet Vatan Ekmen) bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şehadetê.

4. Di 7’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Domûztaş ku girêdayî bajarokê Karlisûya Xetayê ye operasyonek hatibû li dar xistin. Di heman rojê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek derketiye û di vê pevçûnê de hevalê me yê bi navê Hemze (Musa Yilmaz) bi lehengî şer kiriye û şehîd ketiye.

Agahiyên der barê hevalên şehîd de;

Hamza Başkale

Musa Yilmaz

1975 / Elbak- Wan

1993 / Bajêrgan

Rabîa

Mehmet

7 Tebax 2009 / Xetay

Canfeda Welat Mahîr

Ahmet Vatan Ekmen

1986 / Batman

2005 / Batman

Xezal

Adnan

10 Tebax 2009 / Sason, Batman


5. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi peyamek ji malbatên şehîd Hemze û şehîd Canfeda re sersaxî xwest. Fermandariya Biryargeha Navendî da zanîn ku hevalê Hemze di sekn û xebatên xwe de fermandarek mînak bû û hevalê Canfeda jî ji roja ku beşdarî refên gerîla bûye her dem xwedî coş û heyecaneke mezin bûye û vê li qada bakur gihandiye lûtkeya herî jorîn. Fermandariya Biryargeha Navendî anî ziman ku, em bi hevaltiya hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi şanaz û rûmet in û em soz didin ku daxwazên wan pêk bînin û layîqî keda wan bin û bi vê wesîleyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ji malbatên şehîd Hemze û şehîd Canfeda re sersaxî xwest û bang li gelê Wan û Batmanê kir ku li şehîdên xwe xwedî derên.

Hemze Başkale (Musa Yilmaz):

Hevalê Hemze di sala 1975’an de li Elbaka Wanê hatiye dinê û naskirina wî ya tevgera azadiyê di temenê xwe yê biçûk de pêk hat. Ew wekî her ciwanek kurd ku bi berxwedaniya xwe bi rûmet û bi dilsoziya xwe, xwe da pêş û mîna bi milyonan ciwanî têkoşiya. Wî her kêliya jiyana xwe bi xwestek û bi coş di vê oxirê de xerc kir. Hevalê Hemze sembola fedekariyê bû û vê yekê hetanî şehadeta xwe domande. Ew di 18 saliya xwe de tevlî refan bû û bi zîrekî, şipilbûn û kedkariya xwe pişgiriyeke mezin da vê jiyana bi wate û pê re kêliyên xwe yên azad jî di vê demê de jiyan kir. Di kar û peywirê xwe de ji bona ku encam bigire heta dawîn bi israr û xwedî ked bû. Ev jî kir ku hevalê Hemze, berpiryariyên mezin hilbigire. Hevalê Hemze di sala 2004’an de ji akademiyên bîrdozî û leşkerî îcazetên xwe girt û derbasî Eyaleta Amanosê bû. Hevalê Hemze di hunera rêvebertiyê de hoste bû û bi taybetmendiyên xwe yên zîrekî zû li sehayê pratîkî re bû yek û xwe di warê teqtîqên leşkerî de gelek bi pêş xist û bû fermandarek xwedî otorîte û xwedî însiyatîf.

Hevalê Hemze li Eyaleta Amanosê di asta fermandarê herêmî de peywir girt û bi sekneke mînak û bi kedeke mezin hem di dilê gelê xwe de hem jî di dilê hevalên xwe de bêmirin bû. Hevalê Hemze bi çalakbûna xwe, bi coşa xwe û bi kesayetiya xwe ya ku di her karî de serkeftî bû, ji hezaran gerîlayan re bû abîdeyeke mînakgirtinê.

Layîqbûna şehîdên me, ji bona me peywireke jênaveger e. Wê ji niha û şûn ve her şervanek HPG’ê, di riya fermandar Hemze de têkoşînê bidomîne. Em soz didin ku, em ê sekna milîtanî ya şehîd Hemze di pêşerojê de her dem bidine jiyandin û di serî de ji malbata Yilmaz re ji hemû gelê Kurdistan re sersaxiyê dixwazin.

Canfeda (Ahmet Vatan  Ekmen):

Rêheval Canfeda piştî ku bi awayekî çalak di xebatên ciwanên welatparêz de cî girt û li wan warên ku tola dîrokê bê girtin û li ew axên ku têkoşîn di asta herî jorîn de tê dayîn de bi xwestek û bi lêhûrbûnî cî girt. Hevalê Canfeda piştî ku perwerdehiyên xwe yên bingehîn bi serkeftî qedand, ji bona çûyîna eyaletên bakur xwe amade kir û bi ketina koma Garzanê re dest bi pratîka şer kir. Hevalê Canfeda wê bi heyacan, xwestek û bi beşdariya xwe ya bi coş her dem di dilê me de jiyan bike. Ew ji niha de xwe gihandiye qonaxa bêmiriniyê û di dîroka me ya bi rûmet û azad de ciyê xwe girtiye.

13 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê